Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) daxwaza agirbesta mirovî dike ji bo rêgirî kirin ji belavbûna vîrosa Korona û dibêje, ti kiryareke serbazî encam nadin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk di beyanekê de dibêje, di bin xetereya berdewam bûna pejîka Korona li hemû Cîhanê û weke berisvek ji bo daxwaziya Antonio goiters, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, radgihînîn ku em pabendîn bi hewlên Cîhanî ji bo berhingarbûna vê vîrosê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk tekez li ser vê yekê jî kir ku, ji ber jinavçûn û lawaz bûna kertê saxlemiyê bi sedema şerê, rewşa Sûriyê tehemûla êrîşeke din nake, her şereke din wê bibe sedem ku pêleka din a aware bûna xelkê li dov xwe bîne ku ev yek jî wê bibe sedema kênceke xirab li ser strakçerê tendrustiya mayî, herweha wê bibe sedema bi lezgînî belav bûna vê vîrosê û mirina zêdetir a xelkê.
HSD daxwazê li hemû aliyên hevdij di nava Sûriyê da dike, ti kiryareka serbazî encam nedin û dem li dest pabendî agirbesta mirovî bin û radgihînîn ku hêzên me pabendin bi rewşa berevanî kirin ji xwe û xwe dûr kirin ji her core kiryarek serbazî.
Fermandariya Giştî ya HSD’ê hêvîxwaze ku ev kare bibe egera aramkirina rewşa mirovî, vekirina dergehê danûstandinê, çareseriya siyasî û dumahî anîn bi rewşa şer li Cîhanê û Sûryayê.
Hevdem HSD li hemû navçeyên li bin kontirola xwe hêsankariyên temam dike ji bo gihîştina karmendên kertê tendrustiya navxwe û navdewletî.