6 KESÊN DIN LI SILÊMANIYÊ BI VÎROSA KORONAYÊ KETIN
Roja sêşemî 24ê Adarê, Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beyanekê de tomarkirina 6 haletên din ên tûşbûnê bi vîrosa Korona li Silêmaniyê ragihand.
Deqê beyana Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Encamên nû…
Di berdewamiya pişkinîn û geriyan li dûv gumanlêkiriyan, 6 tûşbûyên din ên vîrosa Koronaya nû Kovîd-19 li bajarê Silêmaniyê hatin destnîşankirin ku ji du malbatan pêk tên û berkeftiyên tûşbûyê duhî ne ku sê jin û du zaro û zelamek têdaye û roniştvanên Qezaya Derbendîxanin.
Sercema tûşbûyan li Herêma Kurdistanê gihîştin 97 haletan û 2 mirin.
Wezareta Tendirustî
24ê Adara 2020an