ÎRAN JI PÊLEKA DIJWARTIR YA BELAVBÛNA PEJÎKA KORONA DI TIRSE

ÎRAN JI PÊLEKA DIJWARTIR YA BELAVBÛNA PEJÎKA KORONA DI TIRSE

Komara Îslamî ya Îranê îro ragihand, wan tris ji belavbûna pêleke dijwartir ya vîrosa kovîd-19ê heye.

Elî Rebî’î berdevkê Hikûmeta Îranê îro roja çarşemî 25/3/2020ê eşkere kir, Îran di qonaxeke herî sext û dijwar de derbas dibe, ji ber ku vîrosa Korona bi awayekî berfireh belavebûye.

Herweha dest nîşan kir, wan tirs heye ku pêla diduyan ya belavbûna vîrosê li seranserî Îranê dest pê bike ku dê gelek ji pêla yekem dijwartir be û sedem ji bo pabendnebûna gelê Îranê bi rênmayên tendirustiyê vegerandin.

Li gor datayên fermî, hejmara tûşbûyên koronayê li îranê geştîye 27 hezar û 17 kesan, 2 hezar û 77 kes pê mrîne û tenê di 24 demjimêrên rabûrî da, 2 hezar û 206 keysên nû eşkere bûyne.

Pustên heman beş