PKKE DI VÊ REWŞÊ DE LI ŞENGALÊ ÇI DIKE?

PKKE DI VÊ REWŞÊ DE LI ŞENGALÊ ÇI DIKE?

Paş belavbûna Koronayê,  PKKê 30 tonêl  û ciyên jêr erd li Şengalê  ava kirine

Partîya Karkerên Kurdistanê, rewşa paş xwepêşandanên Îraqê û dest berdana Hikûmeta Federal û her weha rewşa niha ya belavbûna vîrosa Koronayê bi derfet dîtiye ji bo zêdekirina çekdarên xwe, baregeh û ava kirina tonêlan li Şengalê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê te’qîba evê mijarê kir û eşkere bû ku paş meha Oktobera sala rabûrî 2019an û derketina xwepêşandanan heya ji nav çûna Hikûmeta Federal û heya gihaye niha û belavbûna vîrosa Korona ya nû (Kovîd-19)ê, Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê û li gor bernameyeke pilan kirî, çekdarên xwe li Şengalê û li qontara çiyayê Şengalê û navçe û Gundên derdûra wê zêde kirine.

Çavkaniyên “Darka Mazî” dest nîşan kirine,  di evê rewşê de, PKKê pêtir ji 30 baregeh û tonêl û ciyên jêr erd li her yek ji “navenda Şengalê, çiyayê Şengalê, Bare û Sinonê, Xanesorê, Eyn Fethî û Kirsê” û her weha hejmareke Gundên qontara çiyayê Şengalê dirust kirine.

PKKE DI VÊ REWŞÊ DE LI ŞENGALÊ ÇI DIKE?

PKKe petrola qaçax a Sûriyê ji bo Îranê derbas dike

Çavkaniyên “Darka Mazî” li vê derbarê de hinek pêzanîn ji wezîfedarên bilind yên deşta Neynewayê li encûmena parêzgeha Mûsilê wergirtine û wan dest nîşan kir ku ji bilî zêde kirina çekdar û pêgeha xwe li Şengalê, PKKê heta ji berî belavbûna vîrosa Koronayê, petrola Qaçax ya Sûriyê ewa ji kêlgehên Dêrazûrê û Hesekê tê dizîn, ji bo Îranê derbas dikir û ev yek bi çavkaniya perey ji bo PKKê tê hesab kirin.

Her weha destnîşan kir, li 4 mehên rabûrî, PKKê pêtirî 30 baregeh, tonêl û xendek li Şengalê ava kirine weke tedbîrekê ji bo her êrîşeka Tirkiyê, çekdarên wan li Şengalê niha bi hezaran tên texmîn kirin.

Partîya Karkerên Kurdistanê li Tebaxa sala 2017an biryar dabû çekdarên xwe ji Şengalê vekşîne, lê paş kuştina “Osman Kuse” cêgirê Konsole Tirkiyê li Hewlêrê, careke din dest bi leşkirkêşiyê ji bo Şengalê kirine û rê li Hikûmeta navxwe ya Şengalê girtine ku dest bi dubare avakirin û vegerandina awareyan bike.

Terorîstên DAIŞ’ê li beranber pereyekê mezin ji “Kampa Holê” revandine

PKKE DI VÊ REWŞÊ DE LI ŞENGALÊ ÇI DIKE?

Li gor pêzanînên ku qaîmiqamyeta Şengalê bi pêgeha “Darka Mazî” dane, Hikûmeta Federal ya Îraqê li ser karên PKKê li Şengalê dengê wê tuneye, belku pêtir Hikûmeta Federal niha mûçeyan ji bo PKKê û çekdarên wê li Şengalê dişîne.

Her weha got: “gelê Şengalê ji dagîrkirina PKKê ji bo çiyayê Şengalê û Rojavaya navçeyê dilgirane, bi taybet li aliyê sînorê Sûriyê ku berelaiyeka herî zêde bi sedema PKKê lê heye û her çi karê bi qaçax birinê û terorê ye li wî alî tê encam dayîn, ji ber ku ji bilî bi qaçax birina petrolê, revandina hejmareke terorîstên DAIŞ’ê jî ji kampa Holê li beranber pereyekê zor li ser PKKê li navçeyên bin desthilata wan li aliyê Şengalê û li aliyê Sûriyê tê hesab kirin”.

Qaîmqamyeta Şengalê dibêje: “PKKe bi astenga herî mezin ji bo vegerîna awareyên Şengalê tê hesab kirin, me çendîn caran Hikûmeta Federal agahdar kiriye, lê belê çi hengavek ne avêtiye, belku pêtir rê û hêsankarî ji bo kirine, bi taybet bi rêya mîlîşyayên Heşda Şebî”.

Gelê Şengalê bi dest dewleta dagîrkar ya Tirkiyê dide kuştin

Li derbara êrîşên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê ku ji tebaxa sala rabûrî bi navê operasyona “Penc” li Qendîlê û Şengalê destpêkir, qaîmqamyeta Şengalê dibêje: “tenê gelê Şengalê û sivîlên navçeyê baca evan îrîşan didin, ji ber ku PKKê baregehên xwe li nav malên welatîyan ava kirine, lewma ziyanên êrîşan pêtir ji bo xelkê Şengalê ye.

Îstixlala PKKê ji bo rewşa aloz ya îraqê û heta rewşa paş belavbûna vîrosa Koronayê bi çavsaxiya Hikûmeta Federal a Îraqê ye, bi taybet paş ku Hikûmeta Adil Ebdulmehdî “yekîneyên parastina Şengalê” ya ser bi PKK’ê ve, weke beşek ji Heşda Şebî qebûl kirî, bilindkirina wêneyên Ebdullah Ocalan li navenda Şengalê û baregehên fermî yên bajar, belgeyeke ji bo razîbûna Bexdayê li ser têkdana rewşa Şengalê ji aliyê PKKê ve.

Ev karê PKKê li Şengalê bûye sedem ku her çend 3 sal bi ser şerê DAIŞ’ê û rizgar kirina Şengalê derbas bûne, lê belê hêjan piranîya gelê Şengalê weke aware di kampên parêzgeha Duhokê de ne û nikarin bi sedema PKKê vegerin warên xwe.

Pustên heman beş