Belavbûna vîrosa Korona ya nû, berdewame û tirs heye, niha li nava rêzên Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê jî belav bûbît, ji ber têkliyên wan yên berdewam di gel Komara Îslamî ya Îranê.
Piştî belavbûna berfireh a vîrosa Korona ya nû li nava Îranê, bi taybet li çend rojên rabûrî û mirina hejmareke zêde ji gelê Îranê ku heya niha pêtir ji 27 hezar kesan tûş bûne û pêtirî 2 hezar kesan jî canê xwe bi vê sedemê ji dest dane, niha tirs heye ev vîrosa koşinde li nava rêzên Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê jî belav bûbît.
Hejmareke zêde ya rayedarên Îranê ji endamên parlementoyaê bigire heya digihe rayedarên emnî û serbazî bi vîrosa Koronayê ketine.
Her çend ku heya niha dibe eve yek tiştek siruştî be, ji ber ku ev vîrose li piraniya welatan belav bûye, lê tiştê nesiroştî li vir eve ku bi sedema “civînên berdewam yên rayedarên Îranê di gel berpirsên PKK’ê, ev vîrose niha di nava PKK’ê jî da belav bûye”.
Li gorey zanyariyên taybet yên çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojhilata Kurdistanê, bi sedema civînên berdewam yên PKK’ê û rayedarên Îranê, bi taybet li navçeyên (Şino û Serdeştê), tirs heye bi rêya wan berpirsyarên PKK’ê, ev vîros li nava rêxistina PKK’ê belav bûbît.
Paş vegerîna van rayedarên PKK’ê ji bo çiyayê Helgord yê ser bi bajarê Çûman, dengoya wê yekê heye ku ev vîros li cem hinek Gerîlayên PKK’ê tesbît bûye.
Herweha çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, ji ber ku PKK kelupelên xwarinê û pêwîstiyên xwe ji Îranê hawirde dikin û ev kelupelên wan bê çavdêrî tên Başûrê Kurdistanê, ev jî egera belavbûn û gihiştina vîrosê bo nava PKK’ê zêdetir dike.
Çavkaniyên “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê jî eşkere kirin, di niha de tirseka herî mezin li cem gelê Başûr peyda bûye bi taybetî hemwelatiyên ku li navçeyên sînorî û li Gundan dijîn û PKK çûn û hatina Gundên wan dike, lewma pêwîste gelê Başûr xwe nêzî PKK’ê û Gerîlayên wan neke.