PKK’Ê DUH LI NAVÇEYA BERWARÎ BALA ÇI BI SERÊ XELKÊ ANÎYE?

PKK’Ê DUH LI NAVÇEYA BERWARÎ BALA ÇI BI SERÊ XELKÊ ANÎYE?

Xelkê Duhokê jiber Koronayê çûne Gundan û PKK’e dixwaze wan bi destê Tirkiyê bide kuştin

“Muxtarê Gundê Asehê daxwaz ji PKK’ê kir ji ber xelkê bingehên xwe ji Gund derbêxin, PKK’ê gef lê xwarin û ger ji rêhsipîyên Gund nebaye, da Muxtarê Gund digel xwe ben”

Partîya Karkerên Kurdistanê, di vê hefteyê de livînên xwe li nav Gundên devera Berwariya zêde kirîne û bingehên xwe veguhastîne nava Gundan û akincîyên Gundan û herweha ew xelkê Duhokê ku ji ber nexweşîya Koronayê revîne, êxsitîne ber xetera êrîşên Tirkiyê.

Bi sedema belavbûna vîrosa Korona ya nû (Kovîd-19) li Herêma Başûrê Kurdistanê, rêjeyeka here zor ya xelkê Başûr, ji tirsa vê nexweşîya kuşinde qesta Gundewarên xwe kirine, lê belê ew himberî tirseka din a ji Koronayê xeter tir dibin, ew jî Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê û êrîşên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê ye ku di vê rewşê de PKK bingehên xwe li nava Gundan bêy razîbûna xelkê ava dike, li vir jî ev xelke dikeve ber xetera êrîşên balefirên Tirkiyê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê zanyariyên giring li derbara livînên PKK’ê yên vê hefteyê li devera Berwarî Bala bi dest xistine, kanê bi ti awa PKK’ê baregehên xwe veguhastine nava Gundan û gef li akincyên wan Gundan û herweha wî xelkê Duhokê xwarine ewên ji ber nexweşîya Koronayê revîne wan Gundan.

Li gor zanyariyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, PKK’ê li vê hefteyê bingehekê xwe li nava mala welatîyekê gundê (Asehê) yê ser bi navçeya Kanî Masê ve danaye, paş çûna xelkekê zor ê bajarê Duhokê ji bo vî Gundî ku ev xelke ji tirsa vîrosa Koronayê revîne, li roja duşemî 23/3/2020an muxtarê Gund bi navê (s) digel hejmareka rîhsipîyên gund çûne wî baregehê PKK’ê û daxwaz jê kirîye ku baregehê xwe ji Gund derbêxin.

Muxtarê Gund, bi navê tev akincîyên gundê xwe gotîye PKK’ê: “ji ber ku xelkekê zor ji Duhokê û derdûra wê hatîne nava Gund û ev xelke hemû jin û zaro û kesên sivîln, pêwîste hûn baregehê xwe ji gund derxin, ji ber ku tirs heye gund bikeve ber êrîşên asîmanî yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê û li wê demê ev hemû xelke wê bibin qurbanî”.

PKK bo muxtarê gundê Asehê: “ji vir pêde em li vê navçeyê hakimîn û tu jî nemaye muxtar û biçe muhra xwe teslîmî wî alî bike yê tu kirî muxtar”

Çavkaniyên “Darka Mazî” eşkere kirin, paş vê dîdara muxtar û rîhsipîyên gundê Asihê digel PKK’ê bi 3 rojan, anku li şeva 26/3/202ê berpirsyarê bingehê PKK’ê li Asehê ku çekdarekê bi navê (Dixtor Rûbare) bi ser mala muxtarê Gund da girtîne û gef lê kirîne û gotînê ku ew bingehê xwe ji gund dernaxin.

Herweha (Dixtor Rûbar) gotîye muxtarê gundê Asehê: “ji vir pêde em li vê navçeyê hakimîn û to jî nemaye muxtar û bicîe muhra xwe teslîmî wî alî bike yê tu kirî muxtar”.

Çavkaniyên “Darka Mazî” tekez kirin ku (Dixtor Rûbar) û hejmareka çekdarên li gel, wexta bi ser mala muxtar da girtîn û gef lê xwarîn, rîhsipîyên Gund li hewarê hatin û ger ji xelkê gund nebaye, PKK da muxtarêAsihê li gel xwe bin.

Ji tebaxa sala rabûrî û paş destpêkirina operasyona bi navê (Penc) ya dewleta dagîrkar ya Tirkiyê li dijî PKK’ê li nava xaka Herêma Başûrê Kurdistanê û dijwarbûna êrîşên asîmanî, PKK ji bo ku xwe ji van êrîşan biparêze, hereket û bingehên xwe veguhastîne nava Gundan, Gelê Başûr ji vî karê PKK’ê aciz û nerazîne û bi berdewamî daxwazê ji PKK dikin ku rêya xwe ne nexin nava gund û aqarên wan de ji bo ku nekevin ber êrîşên dewleta Tirkiyê.

Ji naverasta sala rabûrî pêtir ji 20 wlatyên başûr bi egera PKK’ê şehîd û brîndar bûyne

Li gor amarên fermî yên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji naverasta sala rabûrî 2019ê, pêtir ji 20 kesan ji xelkê sivîlê Gundên Başûrê Kurdistanê, bi sedema PKK’ê keftîne ber êrîşên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê û şehîd û birîndar ketîne.

Partîya Karkerên Kurdistanê, siyaseteka weha li Herêma Başûrê Kurdistanê dimeşîne, her wexta kirîzek çêdibe, wê kirîzê bi derfet ji bo pîlanên xwe yên qirêj bikar diîne, bê ku can û selametîya Gelê sivîlê Başûr li ber çav bigire, nêzîkbûna wê ji gundan jî, tenê yek armanc pê heye, ew jî behaneyekê ji bo dewleta Tirkiyê dirust bike ku wan Gundan bordoman bike û herweha leşkerkêşîyê ji bo bike, herweha ji bo ku Gel wan Gundan çûl bike, anku serbûra (Şerê Xendekan) li Başûr dubare bike, jiberku xewna PKK’ê eve Gundên Başûrê Kurdistanê wek yên Bakurê Kurdistanê çûl û wêran bike.

Korona li nav PKK’ê belav bûye

Girêdayî belavbûna vîrosa Koronayê jî, çavkaniyên “Darka Mazî” li rojên rabûrî serast kirbûn ku jiber hevdîtinên berdewam yên rayedarên PKK’ê û Îranê bi taybet ewên li bajarên Şino û Serdeştê hatîne kirin, tirsek heye ku ev vîros li nava rêxistinê belave bûye, herweha hawirdekirina PKK’ê ji bo kelupelên xwe yên xwarinê û pêdivîyên xwe ji Îranê bêy çavdêrî û pişkinîn, nûçeya belavbûna vê vîrosê li nav rêxistinê zêdetir nêzîkî rastîyê dike.

Pustên heman beş