BALEFIRÊN TIRKIYÊ NAVÇEYA BERWARÎ BALA BORDOMAN KIR

BALEFIRÊN TIRKIYÊ NAVÇEYA BERWARÎ BALA BORDOMAN KIR

Balefirên cengî yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê îşev êrîşa navçeya Berwarî Bala li Başûrê Kurdistanê kir.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja înî 27/3/2020an Balefirên cengî yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê livîna çekdarên PKK’ê li devera Berwarî Bala şopandin û paşan ew bordoman kirin.

Herweha dest nîşan kir, balefiran li demjimêr 7:00 şev moşekek li aqarê gundê Gîlka daye û tirs ji sedema vê êrîşê ji bo gelê navçeyê çêbûye.

Vê hefteyê Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê livînên xwe li nav û derdûra Gundên Başûrê Kurdistanê zêdekirine û bi vê sedemê dewleta dagîrkar ya Tirkiyê êrîşa navçeyê diket, duh jî PKK’ê baregeheka xwe li gundê Asehê yê girêday Kanî Masê danaye û gef li muxtarê Gundî kirîne, vê yekê xelkê deverê nerazî kiriye.

Pustên heman beş