HERÊMA KURDISTANÊ LÎNKEK TAYBET BI DATAYÊN KORONAYÊ BERDESTKIR

HERÊMA KURDISTANÊ LÎNKEK TAYBET BI DATAYÊN KORONAYÊ BERDESTKIR

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê lînkek taybet bi datayên vîrosa Korona ya nû (Kovîd-19) berdest kir û her pêzanîneka li derbara vê nexweşiyê li Herêma Başûr xistine têda.

Pêgeha fermî ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, lînkek taybet bi datayên vîrosa Korona ya nû (Kovîd-19) û belavbûna vê vîrosê li herêma Başûr berdest kir, ji bo ku pêzanînên şaş negehin welatîyan û her tiştek girêdayî vê nexweşiyê û belavbûna wê li Herêma Kurdistanê têda hatîye danan.

Li gor datayên vê lînkê, heya niha 122 kes tûşî Koronayê bûne, 69 kes çareser bûne û vegerîne nava malbatên xwe û herweha tenê 2 kesan cane xwe ji dest dane.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirîye ku çavkanîya sereke ya zanyariyan tenê Wezareta Tendirustiyê ye, datayên aliyên din li cem wan cihê şik û gumanê ne.

Ji bo dîtina datayan vir kilîk bike: datayên vîrosa (Kovîd-19) li Herêma Başûrê Kurdistanê

Pustên heman beş