WEZARETA TENDURISTIYA HERÊMA KURDISTANÊ AMARÊN NÛ YÊN KORONAYÊ BELAV KIRIN

WEZARETA TENDURISTIYA HERÊMA KURDISTANÊ AMARÊN NÛ YÊN KORONAYÊ BELAV KIRIN

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku bi daxuyaniya (31) binav kir, amarên nû yên pêketina bi vîrusa Korona ragihandin ku bi vî awayî ne:

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5315) kes li (35) cihên cuda bûn. Niha tenê (1248) kes di kerentînê de mane, (299) kes li Hewlêrê, (238) kes li Silêmaniyê, (628) li Duhokê, (30) li Helebce, (35) li Raperînê, (20) li Koyê. (4076) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (42) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (544) pişknîn hatin kirin, (396) li Hewlêrê, (92) li Silêmaniyê, (56) li Duhokê.

Derencam (6) pêketiyên nû hatin tomarkirin:

Li parêzgeha Hewlêrê (3) kes in, ku piyayên (34), (35), (54) salî ne, du ji wan biyanî ne û di kerentînê de bûn û yê din ji Brîtanyayê vegeriyabû û rûniştvanê nahiya Xilîfan e.

Li Parêzgeha Silêmaniyê (1) jineke (70) salî ye û rûniştvana qezeya Derbendîxan e.

Li Parêzgeha Duhokê (2) kes in, ku piyayên (19) û (21) salî ne û berketiyên pêketiyên berê yên rûniştvanekî Duhokê û qezaya Amêdiyê ne.

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (128) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (55) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî  rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin û di dema pêwîst de pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.

Pustên heman beş