‌‌QEYÛMÊ ÊLIHÊ ZIMANÊ KURDÎ QEDEXE KIR

‌‌QEYÛMÊ ÊLIHÊ ZIMANÊ KURDÎ QEDEXE KIR

Qeyûmê şaredariya Êlihê, di yekem karê xwe de li dijî ziman û çaninda kurdî derket û zimanê kurdî ji malpera fermîya şaredariyê rakir.

Qeyûmê şaredartiya bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê weke ji yekem karên destpêkê ji bo dijatî kirina Kurdan û ziman û çanda wan, zimanê Kurdî ji malpera fermîya şaredariyê rakir.

Pêş danîna Qeyûm malpera fermî ya şaredariya Êlihê, bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî zanyarî pêşkêş dikirin, lê belê bi danîna Qeyûm, zimanê kurdî ji malpera şaredariyê hat rakirin û niha zanyarî tenê bi zimanê Tirkî tên belavkirin.

Her wiha li gel zanyariyên derbarê hevşaredarên berê de, hemû nivîsên bi zimanê kurdî jî li malpera şaredariyê hatin rakirin û gelek biryarên hevşaredarên berê ji aliyê Qeyûm ve hatine hilweşandin.

Roja 23ê Adarê hevşaredarên Êliha Bakurê Kurdistanê ku li ser lîsta Partiya Demokratîka Gelan (HDP’ê) bûn bi biryara wezareta navxwe ya Tirkiyê, ji kar hatbûn dûrxistin û li şûna wan Qeyûm hatbû danîn.

Pustên heman beş