Rayedareke herî mezin a Partîya Karkerên Kurdistanê ku li astê endamên Komîteya Navendî ya KCK’ê ye, li Başûrê Kurdistanê, kete ber êrîşa dewleta dagîrkar ya Tirkiyê û jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, îro roja duşemî 30/3/2020an eşkere kirin, hêzên ser bi arteşa dewleta dagîrkar ya Tirkiyê û yên îstixbaratê “mît”ê, êrîşek hevbeş li çiyayê Qendîl pêgeha sereke ya seranên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê kirin, êrîşê berpirsyareke mezin a PKK’ê armanc kir.
Herweha dest nîşan kirin, berpirsyara ku ketîye ber vê êrîşê bi “Nezîfe Bîlen” tê nas kirin û weke pêzanîn amaje dikin ew li asta endamên Komîteya Navendî a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê ye, seywana siyasî ya PKK’ê.
“Nezîfe Bîlen” li her yek ji welatên Sûriyê û Lubnanê li ser destê Abdullah Ocalan, rêberê mehkûm kirî yê PKK’ê, meşqa leşkirî û siyasî dîtîye, herweha ji damezrînerên şaxa jinan ya rêxistina PKK’ê ye.
“Nezîfe Bîlen” bi kod navên “Hacer Hîlal û Hacer Goyî” di nava rêxistina PKK’ê de dihat nas kirin û ev dibe yekemîn car berpirsyareke PKK’ê li asta Komîta Navendî ya KCK’ê, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta dagîrkar ya Tirkiyê tê armanc kirin.