BERDEVKÊ ‌HSD’Ê BAS LI REVÎNA 5000 GIRTIYÊN DAIŞ’Ê DIKE

BERDEVKÊ ‌HSD’Ê BAS LI REVÎNA 5000 GIRTIYÊN DAIŞ’Ê DIKE

Piştî hewildana çekdarên DAIŞ’ê bo revîna ji zindana Hesekê, hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ti girtiyekî DAIŞ’ê nekarye ji zindana Xuwêranê bireve û tekez kir, rewş li vê girtîgehê bi tevahî di bin kontrola wan deye.

Berdevkê fermî yê hêzên Sûriya ya Demokratîk HSD’ê, Kîno Gabriyel, tekez kir, ti çekdarên DAIŞ’ê  ji zindana Hesekê nerevîne û diyar kir hêzên antî terorê yên girêdayî HSD’ê yekser destwerdan kir, kontrola rewşê kir û tevlîheviya ku çeteyan derxistiye bi dawî kir.

Berdevkê fermîyê hêzên Sûriya Demokratîk (HSD’ê) Kîno Gabiryel di derbarê bûyera revîna girtyên DAIŞ’ê de di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, çekdarên DAIŞ’ê  yên di zindanê de, duh deriyên hundirînên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û qata jêrîna girtîgehê kontrol kir.

Kîno Gabriyêl diyar kir, “ji ber vê yekê hêzên antî terorê yên hêzên Sûriyeya Demokratîk rasterast destwerdan kirin û ew yaxîtî bidawî anîn û navend û tevahiya girtiyên têde kontrol kirin.”

Gabiryel her wiha tekez kir û got: “em tekez dikin ku tu zindanî nerevîne û rewş bi temamî di bin kontrolê deye.”

Ev daxuyaniya berdevkê HSD’ê piştî wê yekê hat ku êvara duh yekşemê çekdarên DAIŞ’ê  li zindana Xuwêrana Hesekê dest bi nerazîbûnê û alozkirina rewşa zindanê kirbûn û piştre hewla revînê dabûn.

Duh roja yek şemî hinek ji dezgehên medyayî û bi taybetî di sosyal medyayê de bas li revîna nêzî 5000 girtiyên DAIŞ’ê  di zindanên HSD’ê de kirin paşan bi daxuyaniya berdevkê HSD’ê ev yek eşkere bû ku bi tenê girtiyan tevlîhevî dirust kiriye û xastiye ji zindanê birevin, bi tedaxula hêza entî terorê ên ser bi HSD’ê ve karîn kontrola rewşa di nava zindanê de bikin û rê li revîna zindaniyan bê girtin.

Pustên heman beş