Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD’ê) di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku ji aliyê wan ve êrîşeke artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên alîgirên wê hate şikandin û erebeyek leşkerî hate jinavbirin û çekdarek jî hat kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku hêzên wan êrîşeke artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên alîgirên wê li ser rêya m-4 û navçeya gundewarê bajarê Eyn Îsa, têk şikandin.
Şervanên HSD’ê “di çarçoveya parastina rewa de berisva êrîşê da”, di encamê de erebeyek leşkerî hat jinavbirin û herî kêm çekdarek jî hate kuştin.
Ajansa fermî ya Hikûmeta Tirkiyê AAyê jî piştrast kir ku ji aliyê şervanên HSD’ê ve erebeyek leşkerî hate têkbirin û çekdarekî opozisyona Sûriyê jî hate kuştin.
Ev yek di demekê de tê, ku bi sedema vîrosa Koronayê û weke pabendî bi daxwaza Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekbûyî, hesedê pêşî çend rojan agirbest ji aliyê xwe ve ragihandibû.