Bi sedan musilrmanên Hindistanê tûşî vîrusa Korona ya nû (Kovîd-19) bûn, bi sedema beşdariya wan di civînek olî de li New Delhi ya paytext.
Paş civîna olî ya musilmanan li navçeya bi navê Nîzameddîn li New Delhi ya paytexta Hindistanê, 441 musilmanên beşdarî wê civînê bûy tûşî vîrusa Korona ya nû (kovîd-19) hatin.
Desthilata New Delhi eşkere kir, ev civîne li hefteya yekê ya meha Adarê hatbû rêxistin û kesên beşdar ku hejmara wan 1700 heta 1800 kesan bûn, qedexeya derketinê û rênmayên tendirustiyê bi cih neanîne.
Li gor datayên Hindistanê, heya niha pêtir ji 1250 kesan tûşî vîrusa Koronayê bûne, herweha 32 haletên mirinê hene.
Korona li hejmareka din ya welatên Başûrê Asia yê belavebûye, li Pakistanê 1526 keys û 13 mirin, li Sirîlanka 120 tûşbûy û yek mirin, li Efxanistanê 128 tûşbûy û 3 mirin û herweha li Bengladşê 48 tûşbûy 5 haletên mirinê hatine tesbît kirin.