BALEFIRÊN TIRKIYÊ DEVERA DOSKÎ YA BORDOMAN KIR

BALEFIRÊN TIRKIYÊ DEVERA DOSKÎ YA BORDOMAN KIR

Balefirên ceng yên Tirkiyê, îro devereka sînorê parêzgeha Duhokê a Başûrê Kurdistanê bordoman kir û sedema bordomanê, Partîya Karkerên Kurdistanê ye.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê dest nîşan kirin, îro roja sêşemî 31/3/2020ê balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, navçeya bi navê “Bertilxa” li aqarê gundê “Gund Kuse” li devera Doskî yan bordoman kir.

Herweha diyar kir, ev êrîş li demjimêr 1:45 xulek paş nîvro çêbûye û sedem ji bo livînên Gerîlayên PKK’ê li navçeyê vedgere.

Tê zanîn akincîyên Gundê “Gund Kuse” yê dikeve devera Doskîyan û girêdayî Navçedariya Mangêşkê ye, piranîya akincîyên wê, Kiristîyanin.

Partîya Karkerên Kurdistanê, paş Tebaxa sala rabûrî 2019ê livîn û hereketên xwe xistîne nava Gundan û ev yeke bûye cihê dilgraniya xelkê deverê û ew dixwazin PKK ji gundên wan dûr bikeve ji bo ko nekevin ber hêrş û bordomanan.

Pustên heman beş