Hêzên ewlehiya Herêma Başûrê Kurdistanê, terorîstek mezin ê girêdayî rêxistina DAIŞ’ê desteser kir ku beşdarî hemû êrîşên li dijî Pêşmerge bibû.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, dest nîşan kirin ku hêzên ewlehiyê yên îdareya Germîyan ya Başûrê Kurdistanê, îro roja şemî 4-4-2020an, desteser kirina terorîstê bi navê “Mehmûd Xurşîd” yê berpirsê giropa bi navê “Fetih û Qadisîye” ya girêdayî rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê ragehand.
Mehmûd Xurşîd, bi kod navê “Ebuelî” li navçeya bi navê Cebare ya li jêr kontrola supayê Îraqê xwe veşartibû, mehekê pêş niha bi pasportek sexte hatbû bajarokê Rizgarî yê ser bi bajarê Germîyan û piştre ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteser kirin.
Terorîstê bi navê Mihemed Xurşîd temen 52 sale û bi berpirsyarê 11 yê DAIŞ’ê tê hejmartin ku li wê navçeyê bi dest hêzên ewlehiya Başûrê Kurdistanê tê desteserkirin, 3 ji wan 11 berpirsyarên heya niha hatî desteserkirin pileya Emîr hebû.
Pêgeha “Darka Mazî” li gor zanyariyên ku ji berpirsyarekê ewlehiyê li bajarê Germîyan wergirtîne eşkere kirin ku terorîst Xurşîd Mehmûd li wexta şerê DAIŞ’ê, beşdarî hemû êrîşên wê rêxistina terorî li dijî Pêşmerge, li sînorê Germîyanê bibû.