ŞERÊ MASKAN LI EWROPAYÊ  GERM DIBE

ŞERÊ MASKAN LI EWROPAYÊ  GERM DIBE

Swêdê ragihand  ger Firansa barê Maskên ku daxwazkirbûn teslîmî wan nake wê li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê sikalayê li ser tomar kin.

Pêgeha Îrêş Taymis ragihand, wezareta derve ya Swêdê ragihandiye wê sikalayê li ser Firansayê tomar bikin ger bêt û ev wilate barê maskên ku ji aliyê Swêdê ve hatiye xwastin radestî wan neke.

Bi wî awayê ku Wezareta Derve a Swêdê ragihandiye, Firensa 4 milyon Maskên  ku şîrketa “Moln Lîk” daxwaz kiribûn li gumirkên wilatê xwe bin dest kirîne û heya niha razî nebûye ew mask bighin Swêdê.

Li gorey axaftina Wezareta derve a Swêdê, ev karê Firansayê bin pê kirina yasayane.

Pevçûn di navbera wilatên rojava li ser barê maskan zêde bûye û pêş niha jî, Amerîka barekê maskan pêş ku bigehin Almanyayê bi pereyê kaş kirîbû û nehîşt ev bare bighîje Almanyayê.

Pêş niha jî hinek çavkaniyên medyayî bas li dest bi serdagirtina maskan ji aliyê hinek wilatên Rojava kirbû pêş ku ev barê maskan bigihîje wan wilatên ev maske daxwazkirî û kirrî, Italia û Spaniya du ji wan wilatane ku ew maskên pêş niha xwastî û kirrî negihîştîne wan.

Pustên heman beş