Amerîka: Kuweytê bi xeletî 3 firokeyên me yên şer xistin xwarê

Amerîka: Kuweytê bi xeletî 3 firokeyên me yên şer xistin xwarê

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, sê frokeyên wan ên şer ên ji cureyê F-15, li asmanê Kuweytê bi xeletî ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya wî welatî ve hatine xistin.

CENTCOMê îro 2ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, sê firokeyên şer ên Amerîkayê li asmanê Kuweytê, di encama “teqeya dostane” de ji aliyê hêzên Kuweytî ve hatine têkbirin

Diyar kir jî, bûyer şeva borî 1ê Adarê pêk hatiye. Firoke ji cureya (F-15E Strike Eagles) bûn û di çarçoveya operasyona “Dastan-Asa” de erkê xwe bi cih dianîn.

CENTCOMê aşkere kir, di wê kêliyê de şerekî çalak hebû û Îranê bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî herêmê dikir; ji ber vê aloziyê, sîstema parastina asmanî ya Kuweytê firokeyên Amerîkayê wek armancên dijmin dîtine û li wan xistine.

Derbarê rewşa tîmên firokeyan de, CENTCOMê ragihand, her şeş endamên tîmê (pîlot û alîkarên wan) karîne bi sîstema avêtinê xwe ji firokeyan rizgar bikin. Hat diyarkirin ku her şeş pîlot hatine dîtin û rewşa wan a tenduristiyê niha baş û cîgir e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Kuweytê bi fermî ragihandiye ku ev bûyer bi xeletî çêbûye. CENTCOMê tevî vê bûyerê, spasiya hewildanên hêzên berevaniyê yên Kuweytê kir ku di parastina herêmê de çalak in. Hat ragihandin ku lêkolîneke hûr û kûr ji bo ronîkirina hemû hûrgiliyên vê bûyera nexwestî dest pê kiriye.