MILÎSÊN ERDOGAN LI EFRÎNÊ ZORIYÊ LI JINAN DIKIN

MILÎSÊN ERDOGAN LI EFRÎNÊ ZORIYÊ LI JINAN DIKIN

Milîsên grêdayî supayê dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro êrîşî hinek malên Herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê kirin û zorî li jinan kirine.

Nerîngeha Sûriya ya mafên mirovan, îro roja yekşemî 5-4-2020ê eşkere kir ku milîs û çeteyên gropa bi navê “Soltan Murad” ya girêdayî dewleta Tirkiyê, êrîşî hinek malên Herêma Efrînê kirine û tirsek mezin xistine kolan û caddeyên bajar.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê li vê derbarê de dest nîşan kirin ku çeteyên gropa “Soltan Murad” di êrîşa îro de, zorî li hinek jinan kirine bi taybet li wan malên ketîne ber êrîşê.

Çeteyên gropa “Soltan Murad” ji bo ku dest bi ser wan mala de bigrin, ev êrîş pêkanîne û ji rûniştvanên wan mala xwestin ku malên xwe çol bikin.

Li gor nerîngeha Sûriya ya mafên mirovan, paş wê îrîşê hêzeka din ya bi navê polîsên leşkirî ketine di nava bajarê Efrînê de ji bo rêgirîkrinê li mîlîşyayên Erdogan, lê belê rewşeke herî bi tirs hêjan li cem xelkê Efrînê heye.

Pustên heman beş