WÊNEYEK SÊLFÎ DIBE SEDEMA AŞKERA BÛNA DIREVÊN TIRKIYÊ
Wêneyek sêlfî ku ji aliyê “Ebdu Elhimsa”, çekdarê kirêgirtî yê Sûrî li wilatê Lîbyayê, hat belavkirin ku têde diyar dibe hejmara kirêgirtiyên Sûrî ji aliyê Tirkiyê ve li wilatê Lîbyayê, her ku diçe zêde dibin, ji ber ku di vî wêne de pêtrî 100 kirêgirtiyên çekdar û hejmareke zêde ji wesaîtên serbazî li yek ji eniyên şerî li Terablusa paytexta Lîbyayê de diyar dibin, li gorey çavkaniyên medyayî ev eniya şer, eniya bi navê Elsedire li Başûrê Terablusê.
Amarên kuştî yên milîsên kirêgirtiyên Sûrî ji aliyê Tirkiyê ve li Lîbyayê bi berçavwergirtina birîndarbûna hejmarek nû ji wan di pevçûnên di gel hêzên Lîbyayê de, berdewam di zêdebûnê dane. Rwangeha Sûrî ji bo mafên mirovan, xeber ji kuştina 9 çekdarên endam di milîsên piştevanên Tirkiyê di pevçûnên digel hêzên arteşa Libya li eniyên cuda daye, li gorey van amaran hijmara çekdarên ser bi dewleta Tirkiyê ve ku li eniyên şer li Lîbyayê hatîne kuştin gihaye 165 çekdaran.
Bi sedema pênedana kirêyên wan ku nêzî 2000 dolarane, niha dinavbera çekdarên kirêgirtî nerazîbûn zêde bûye ev yek ji aliyekê, û ji aliyek din rewşa jiyan kirina van milîsan her ku diçe ber bi xerabtir bûnê ve diçe jiberku dewleta Tirkiyê ne pabende bi sozên xwe û xweş kirina jiyana wan mlîsan.
Li gorey tomareke dengî a yek ji çekdarên kirêgirtî yên Sûrî li wilatê Lîbyayê, hemû çekdarên kirêgirtî ji hatin bo Lîbyayê pirr puşmanin û daxwazê ji wan kesan dikin ku dixwazin biçin Lîbyayê, dest ji vê xwasteka xwe berdin jiberku rewş bi tundî rewşek xerabe û “Tirk direvan dikin ji pêdana 2 hezar dolaran weke mûçeyê mehane”.
Ev kirêgirtiyê Sûrî zêdetir dibêje: “Tirkiyê bi tenê mehekê mûçe bi me daye û paşan ti tiştek bi me nedaye, em di malê de mane û xwe cigaran bi me nadin. Em nikarin ji malê derkevin jiberku ev navçe a prre ji kesên ser bi arteşa Lîbyayê ve. Ev çekdarê kirêgirtî dibêje jî, em hemû dixwazîn vegerîn Sûriyê. Hinek karwan di amadebaşiyê dene ji bû vegerîn bi rêya supayê Şamê”.