Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro hemû behsên li derbara belavbûna gaza Sarîn bi nerast dan zanîn û hoşdarî dan her kes û alîyekê vîdyo û nûçeyên bê binema li vê derbarê de belav biket.
Paş zêdebûna nûçe û behsên cuda li derbara belavbûna gaza Sarîn û girêdana vê babetê bi vîrosa Korona ya nû (kovîd-19), wezareta tendirustiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro roja yekşemî 5-4-2020ê ev hemû behis ret kirin û bi propaganda û bê binema bi nav kirin.
Wezareta tendirustiyê dest nîşan kir, ti rastîyek ji bo belavbûna gaza Sarîn nîne û her kes û alîyekê êdî bangeşê ji bo vê babetê bike, wê were sizadan.
Wezareta tendirustiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, daxwaz ji hemilatîyan kir xwe ji van core nûçeyên nerast dûr bêxin û diyar kir ku tenê wezaret û saziyên Hikûmeta Başûr, çavkaniya sereke ya her nûçeyekê ne li derbara pirsên hevawa.