LI XWAKURK Û BASÎYAN 5 GERÎLAYAN CANÊ XWE JI DEST DA

LI XWAKURK Û BASÎYAN 5 GERÎLAYAN CANÊ XWE JI DEST DA

Balefirên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro careke din navçeyên sînorî yên Herêma Başûrê Kurdistanê bordoman kirin, zirarên canî yên mezin bi Partîya Karkerên Kurdistanê xistin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê destnîşan kirin, îro roja duşemî 6-4-2020ê, balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, livîn û hereketên PKK’ê li navçeyên “Xwakurk û Basîyan” hedef kirin û zirarên mezin gihandin Gerîlayan.

Di êrîşan de, 5 Gerîlayan canê xwe wunda kir, herweha hejmareke pêgehên PKK’ê îmha kirin.

Li gor zanyariyên çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî”, ji destpêka meha Nîsana îsal 2020ê, PKK’ê pêtirî 10 Gerîlayên xwe li navçeyên cuda yên Herêma Başûrê Kurdistanê ji dest da ne, lê belê medyaya PKK’ê çi zelalkirnek li derbara ji dest dana wan gerîlayan nedane.

Pustên heman beş