Hejmareke çekdarên asayîşa Partîya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, li navenda Qamişlo hatin kuştin û birîndar kirin, wexta ku aheng bi helkefta roja ji dayik bûna “Ocalan” digêran.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê, eşkere kirin, li roja şemî ya rabûrî 4-4-2020an, erebeyeke leşkirî ya rejêma Beşar Esed, li navenda bajarê Qamişlo, gulle berdane xaleka pişkinînê ya ser bi asayîşa PYD’ê û zirarên canî pêre xistin.
Herweha dest nîşan kirin, ev bûyer li doryana bi navê “Sebi Behrat” ya navenda Qamişlo rûda, wexta ku serbazên rejêma Sûriyê gulle berdaye wê xala asayîşa PYD’ê û di encama vê bûyerê de, çekdarekî asayîşê tê kuştin û 2 yên din birîndar ketin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, paş ku wî çekdarê asayîşa PYD’ê hinek karên (îstifzazî) kirîn dema ku aheng bi helkefta roja ji dayik bûna Ebdulla Ocalan rêberê zîndan kirî yê PKK’ê di gêray, serbazên rejêmê gulle tê berdane û her rast kuştîye, herweha 2 hevalên wî jî birîndar kirine.
Paş vê bûyerê û çêbûna aloziyê, dewriyeke polîsên serbazî ya Rûsya Federal gihîşte ciyê bûyerê ji bo ku alozî berifireh nebe.
Tê zanîn rêjeyeka mezin ya bajarê Qamişlo li jêr desthilata Partîya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ye (balê PKK’ê yê Sûriyê), tenê navçeya bi navê “çargoşeya ewlehiyê” nebe ku ev ciye li jêr desthilata rejîma Sûriyê de ye.