Balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, careke din destdirêjî li ser navçeyên Başûrê Kurdistanê kirin, bi taybet li aqar û Gundên sînorê parêzgeha Duhokê.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê îro eşkere kirin ku şeva din balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, navçeya bi navê “Deriyê Bêsepê” li aqarê gundê “Bêsepê” li devera Nêrwe û Rêkan bordoman kir.
Herweha diyar kirin, ev êrş li demjimêr 0:12 şev çêbûye û eger ji bo livînên Gerîlayên PKK’ê li navçeyê vedigere û balefiran 3 moşek li aqarê gundê “bêsepê” dane.
Tê zanîn li hefteya rabûrî jî, balefirên dewleta Tirkiyê devera Doskîyan bordoman kirbû, wexta ku moşekek li aqarê gundê “Gund Kose” day.
Paş Tebaxa sala 2019an PKK’ê livînên xwe veguhastîne nava Gundan û ev yeke bûye cihê nerazîbûna Gelê deverê û ew dixwazin PKK ji Gundên wan dûr bikeve ji bo ku nebe armanca êrîşên Tirkiyê.