CILŞOYEK DIBE SEDEMA DERKETINA ŞERÊ DINAVBERA MILÎSÊN SER BI TIRKIYÊ

CILŞOYEK DIBE SEDEMA DERKETINA ŞERÊ DINAVBERA MILÎSÊN SER BI TIRKIYÊ

Her ku diçe rîswabûna milîsên ser bi Tirkiyê li Sûriyê zêdetir dibin û dawî rîswabûna wan eve ku bi sedema dizîna cilşoyekê dinavbera du şaxên ser bi giropa “Sultan Murad” li bajarê Serê Kaniyê li Bakurê bajarê Hesekê şer derket holê.

Îro roja sêşemî 7/4/2020an rwangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand, bi sedema dizîna cilşoyekê şer dinavbera çekdarên ser bi giropa Sultan Murad ve qewimî û bi vê sedemê 4 milîs birîndar bûn.

Li gorey rapora rwangeha Sûrî ji bo mafên mirovan, du kes ji birîndaran jiber birînên wan yên dijwar hatîne veguhastin ji bo nexweşxaneyên wilatê Tirkiyê.

Ev yekem car nîne ku şer bi çekên sivk dinavbera çekdarên giropa “Elehrar Elşerqiye”  yên ser bi Tirkiyê li Bakurê Sûriyê ji aliyekê û şivanên Gundê Qasim li navçeya Raco ji aliyek din bi sedema nedana qerên pere yên çekdarên ser bi vê giropê ve şer diqewme.

Karên kirêt û şaş yên van giropa li navçeyên hebûna wan li Bakurê Sûriyê, her ku diçe zêdetir dibe bi awayek weha ku van milîsan dest bi derkirina malbatên van gundan kiriye û destê xwe danîne ser terş û tewalê xwediyên wan Gundan.

Van giropa her weha hemwilatîyek Kurd ê gundê Mîrkan yê ser bi navçeya M’îtlî li Bakurê Efrînê desteserkir û piştî lêdanek zor û îşkencekirinek wehşîyane, ew bi Erebeyek leşkerî ve girêda û li ber çavên gel ji bû dirustkirina tirsê, dest avêt kişandina wî hemwilatî li ser erdê,

Li gorey îdîaya van çekdaran, vî hemwilatîyê kurd li Rêveberiya Xweser li bajarê Efrînê pêş niha dişoxilî, lê belê ev îdîaya van milîsên ser bi Tirkiyê ve bi tundî ji aliyê cîran û gelê dinava Gundî de hat direwandin.

Pustên heman beş