Wîlayetên Yekbûyî yên Emerîkayê, bi dehan erebeyên barhelgir yên çekan derbasî Rojava Kurdistanê kirin, lê belê nexuyaye kanê ev çek ji bo hêzên wane yan şervanên HSD’ê.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê dest nîşan kirin, li şeva derbasbûyî pêtir ji 35 erebeyên barhelgir yên çekan û herweha alîkariyên locsitî yên Emerîkayê ji bo Rojava Kurdistanê, hatin derbas kirin.
Herweha eşker kirin, ev karwanê erebeyên arteşa Emerîkayê di sînorê bajarê Hesekê re derbas bûn, lê belê zelal nebû heger ev çek ji bo hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê hatbin şandin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” ji şahidhalên navçeyê agahî standin û li gor wan agahîyan, karwanê erebeyên Emerîkayê ji bo serbazgeha li nêzî balefirxaneya (Cubeyr) li navçeya Malikiyê hatin cêgîr kirin.
Paş êrîşa dagîrkarîya Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê, arteşa Emerîkayê tev hêzên xwe ji Bakurê Sûriyê û Rojhilata Firatê vekşandin, lê belê paş derbasbûna du mehan, bi dehan leşkirên xwe car din şandin û Donald Trump Serokê Emerîkayê dest nîşan kirbû ku ev hêz erka wan wê parastina saziyên petrolê be li Bakurê Sûriyê.