38 sal di ser Kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin

38 sal di ser Kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin

 Îro 38 sal di ser kîmyabarana bajarê Helebceyê re derbas dibin. Tevî derbasbûna sê dehsalan û heşt salan, hîn jî şopên wan gazên kujer li ser laşê qurbaniyan diyar in û birînên xelkê bajêr nehatine derman kirin.

Di 16ê Adara 1988an de, di rojên dawî yên şerê Iraq-Îranê de, rejîma Beis a Iraqê bajarê Helebceyê bi gazên jehrawî yên wekî Xerdel, Siyanîd, Sarîn û Tabûnê kîmyabaran kir. Di encama vê êrîşa hov de 5 hezar Kurd şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Kîmyabarana Helebceyê ne tenê komkujiyek bû, lê bû sedema koçberbûna 140 hezar kesan. Bi sedan zarok ji malbatên xwe qut bûn û hîn jî çarenûsa gelek ji wan ne diyar e. Rejîma Beis Helebce û bajarokên derdorê (Sîrwan, Xurmal, Biyare, Seyidsadiq) bi temamî wêran kirin. Tenê li bajarê Helebceyê 25 hezar xanî hatin rûxandin û bajar bi erdê re hat yekkirin.

Bexda qerebûya Helebceyê nake

Tevî ku di sala 2010an de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê kîmyabarana Helebceyê wekî “Jenosîd” nas kir, lê hikûmetên Iraqê yên piştî sala 2003an, heta niha qerebûya madî û manewî ya qurbaniyan nekiriye.

Balkêş e ku roja 10ê Adara 2025an, Hikûmeta Federal a Iraqê ragihand ku roja 16ê Adarê li seranserê welat betlaneya fermî ye, lê ti pêngavek ji bo qerebûkirina malbatên şehîdan neavêt.

Rewşa tenduristiyê û Nexweşxaneya Berketiyan

Di sala 2019an de nexweşxaneyeke taybet ji bo berketiyên çekên kîmyawî hat vekirin. Lê belê hîn jî kêşeya derman û amûrên bijîşkî berdewam e. Niha li Helebceyê nêzîkî 400 berketiyên kîmyabarayê bi awayekî berdewam pêdiviya wan bi çareseriya bijîşkî heye û beşek ji wan ji bo dermankirinê diçin dervayî welat.

Helebce wekî parêzgeh: Geşepêdan û Aborî

Helebce di 13ê Adara 2014an de ji qezayê veguherî parêzgehê. Di çarçoveya karên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 132 projeyên cuda li sînorê parêzgehê hatine cîbicîkirin. Yek ji serkeftinên herî mezin ê vê dawiyê ew e ku Helebce bû yekemîn bajarê Kurdistanê ku karê xizmeta elektrîkê lê bûye 24 saet.

Helebce ya ku bi axa xwe ya bi bereket û xwezaya xwe ya bedew tê naskirin, xwedî 110 hezar donim zeviyên çandiniyê ye û “Festîvala Hinarê” ya bajêr salane bi deh hezaran tûrîstan dikişîne cem xwe; her wiha bi navendên xwe yên tûrîstîk ên wekî Çawg, Bawekûçek, Gulan, Awêser û Zelmê salane mêvandariya nêzîkî 300 hezar geştyaran dike.

Îro li seranserê Kurdistanê û li dervayî welat, Kurdistaniyan bi deqeyek rêzgirtin û bi çalakiyên cuda, salvegera 38emîn a kîmyabarana Helebceyê bi bîr anîn û serê xwe li ber giyana şehîdan tewandin.