Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê îro eşkere kirin ku supayê Sûriyê û hinek ji gelê gundê Hamo yê ser bi bajarê Qamişlo rê li hêzeke serbazî ya Amerîkayê girtiye û rê nedan ew hêza serbazî ya Amerîkayê li vî gundî derbas bibe.
Li gorey zanyariyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê, îro roja Sêşemî 7/4/2020an arteşa Sûriyê û gundiyên gundê Hamo ê ser bi bajarê Qamişlo ve rê bi hêzeke Amerî nedan ku li gundê wan derbas bibin û ew neçar kirin li wê rêya hatî careke din bizivirin.
Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir ku ev hêza serbazî ya Amerîkayê pêk dihat ji 5 Erebeyên serbazî û hejmarek ji serbazên vî wilatî.