DERKETINEK MEDYAYÎ Û DIREWANDINA DEWLETA TIRK

DERKETINEK MEDYAYÎ Û DIREWANDINA DEWLETA TIRK

Herçend ku ajansa Anadol ê ya ser bi Hikûmeta Tirkiyê ve di 7ê Cotmeha sala 2019an de ragihandibû ku artêş û îstîxbareta Tirkiyê bi awayekî hevbeş li dijî Qendîlê Operasyonek encam dane û di wê operasyonê de serkirdeya PKKê a bi navê, ‘Ayfer Kordu’ hatiye armanc girtin û kuştin lê belê ev xeber îro bi derketina Ayfer ê û daxuyanî dan li ser vîrusa Korona drew derket.

Li gor daxuyaniya ajansa Anadol di êrşeke asmanî de ku roja 13ê Îlonê hatiye encamdan ‘Ayfer Kordu’ jiyana xwe ji dest dabû.

Endama Kordînasiyona Komên Jinên Kurdistanê (KJKê) Besê Erzîncan derbarê mijara vîrusa Koronayêya cureya nû (Kovîd-19) ji bû ragihandina PKKê daxuyanî da û ragihand ku dewletên cîhanî xwestin  ev vîrus berbelav bibe.

Endama Kordînasiyona KJKê Besê Rrzîncan ji medyaya PKKê re derbarê vîrusa Koronayê de axivî û weha da xweyandin ku bi analîze kirina rûdanan mirov weha fam dike ku îhtîmaleke herî zêde heye pergala hegmonîk bi zanabûn ev vîruse di cîhanê de belav kiribe.

Besê Erzincan da ragihandin: hewl tê dayîn ku bi hilberandina nexweşiyên têgerokên kujer meylên demokratîk, azadîxwaz û ekolojîkên di sedsala 21an û muxalefetê bişkînin û biqedînin.”

Besê Erzîncan dibêje derketina vîrusa Koronayê ne tesadufîye belku  “her çend nexweşiyeke kujere di serî de Amerîka, Tirkiye û gelek dewletên Ewropî ti tedbîrek li hember ne standine.”

Erzînac dibêje mebest ji belavkirina vîrusa kovîd19 eve ku nifûsa êxtiyarên cîhanê bê hedef kirin, ji ber ku êxtiyar êdî nikarin kar bikin û bi wergirtina mûçeyê xanenşîn bûnê, bûne bareke giran li ser dewletên xwe.

Endama Kordînasyona KJKê herwiha ragihand, dewletan xwestin ku ev vîrus berbelav bibe. Di serî de li gel ku hay ji giranbûna rewşê hebûn jî ti tedbîr nehatin standin. Civak bi temamî bê parastin hiştin. Berevajî vê ev vîrus ji aliyê dewletên Cîhanê ve weke amûra xilasbûna ji muxalefeta civakî, ji muxalefeta kuçeyê, ji raperînan hate dîtin.

Erzîncan di beşeke din a axaftina xwe de ji bû medyaya PKKê dibêje: “divê tendirustiya xwe, ewlehiya xwe bi hêvîya dewletê ve nehêln. Dewlet nade jiyan, dikuje. Dvê mirov vê bizanibe. Eger dewlet hin tiştan dike jî ne jiber ku li gel difikire dike, ji bo meşrûyeta xwe, desthilata xwe qeyîm bike dike. Ji ber vê dvê em rêbazên nûyên têkoşînê bibînin, rêxistina vê bikin.”

Pustên heman beş