Balefirên dewleta Tirkiyê, îro êrîşa navçeya bi navê Zapê li Başûrê Kurdistanê kir, êrîşê fermandarê PKKê “Fazil Ekîncî” hedef kir û canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, balefirên ceng û yên bê pîlot yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro roja çarşemî 8/4/2020ê çendîn êrîş li navçeyên Zapê û heftenînê pêkanîne û zirarên canî yên mezin bi PKKê xistine.
Di êrîşa Zapê de, balefirên Tirkiyê fermandarê PKKê yê bi navê “Fazil Ekîncî” bi kod navê “Zinar” hedef kir û her rast canê xwe ji dest da.
Li gor medyaya Tirkiyê, “Fazil Ekîncî” di lîsta reng şîn ya daxwazkiriyên dewletê de ye û îro roja çarşemî ew li navçeya Zapê hatîye hedef kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, li heftenînê jî, balefirên dewleta Tirkiyê îro êrîş pêkanîne û 2 Gerîlayan canê xwe ji dest da.