Serok Wezîrê Herêma Başûrê kurdistanê, îro piştigirî ji bo Mistefa Kazimî, kandîdê Serok Wezîrîya Îraqê nîşan da û daxwaz kir pêkve kar ji bo çareserkirina kêşeyên nêvbera Hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Îraqa federal de biken.
Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê îro roja pêncşemî 9-4-2020an peywendî bi Mistefa Kaim kandîd ji bo Serok Wezîrtîya Îraqê kir û piştigirîya xwe ji bo nîşan da.
Mesrûr Barzanî dupat kir ku ew hêvî diken bikarin bi hevre kar ji bo çareserkirina pisgirêkên nêvbera Hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Îraqa federal da li gor destûra welat biken.
Duh roja çarşemî, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê jî piştigirî ji bo kandîd kirina Mistefa Kazim ji bo avakirina Hikûmeta taze ya Îraqê nîşan dabû.