Wezareta Tendirustiya Tirkiyê û Yekîtiya Dermanxaneyan li Stenbolê lihevhatin kiriye maskan bi awayek belaş li ser gelê Stenbolê parve bikin.
Medyayên wilatê Tirkiyê eşkere kir Wezareta Tendirustiya Tirkiyê digel Yekîtiya Dermanxaneyên bajarê Stenbolê bi garantîkirina diravî ya Wezareta Tendirustiyê, dermanxaneyên Stenbolê wê maskan bê pere ji gelê Stenbolê re bidin.
Li gorey vê lihevhatina di navbera Wezareta Saxlemiyê û Yekîtiya Dermanxaneyên Stenbolê de, dermanxaneyên bajarê Stenbolê wê bi her rûniştvanekê bajar yên jiyê wan dinavbera 20 heya 65 salan de her 10 rojan carekî 5 maskan bê pere bidin.
Ev mask wê li ser esasê hejmara netewî ya hemwilatiyên Stenbolê were dayîn.
Tê zanîn ku pêş niha Hikûmeta Tirkiyê derketina hemwilatiyên li jêr 20 û li ser 65 salî de ji malê qedexe kirbû her jiber vê egerê ti maskek bi van kesan nayê dayîn.