ÇETEYÊN ERDOGAN SÎNORÊ GIRÊ SIPÎ BORODMAN KIR

ÇETEYÊN ERDOGAN SÎNORÊ GIRÊ SIPÎ BORODMAN KIR

Çete û milîsên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro hejmareke Gundên sînorê bajarê “Girê Sipî” yê Rojava Kurdistanê bordoman kirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê destnîşan kirin, îro roja pêncşemî 9-4-2020, çeteyên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê bi gulle topan, êrîşî Gundên bajarê Girê Sipî yê kirin, lê belê zelal nebûye heger zirarên canî ji wê êrîşê hatbin tesbît kirin.

Çavkaniyên “Darka Mazî” eşkere kirin, êrîşa îro gundê Kur Hesen yê Rojava Girê Sipî hedef kirîye.

Li gor nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan, tophavêjên mîlîşyayên dewleta Tirkiyê, li 5î vê mehê her yek ji Gundên “Kubirlek, Ebdî, Kuy û Azadî” li sînorê Girê Sipî ji aliyê Bakurê Reqayê ve borodman kiribûn û bi wê sedemê bi dehan malbat naçar man ciyê xwe bihêln.

Pustên heman beş