LAHOR CENGÎ ZINDANÎ YÊ KURD “MISTEFA SELÎMΔ RADESTÎ ÎRANÊ KIR

LAHOR CENGÎ ZINDANÎ YÊ KURD"MISTEFA SELÎMÎ" RADESTÎ ÎRANÊ KIR

“Mistefa Selîmî” zindanîyekê siyasî yê Rojhilata Kurdistanê ye û Hukmê sêdaredanê li sere, pêş 2 hefteyan karî ji zindana Seqizê bireve û xwe bigihîne Başûrê Kurdistanê, lê ji aliyê “dezgayê zanyarî” ve tê desteser kirin û radest kirin bi “Îtîla’ata Îranê”.

“Mistefa Selîmî” ku zindanîyekê siyasî yê Rojhilata Kurdistanê ye û li vê dawiyê paş şoreşa li zindana Seqizê çêbûyî, karî li gel hinek hevalên xwe bireve û xwe bigihîne Başûrê Kurdistanê, lê belê ji aliyê “dije terora Lahor Şêx Cengî” tê desteser kirin û radest kirin ji bo sazîya “Îtîla’ata Îranê”.

Mistefa Selîmî Kurdê navçeya bi navê “Tîleko” ya girêdayî bajarê Seqizê yê Rojhilata Kurdistanê ye, temen 51 sale, zindanî yê siyasî ye û hukmê sêdaredanê li sere, pêş 2 hefteya û paş ew şoreşa li zîndana Seqizê çêbûy, ew karî li gel 72 zindanî yên din yên kurd ji zindanê birevin, Mistefa Selîmî bi rêya sînorê hevpar ê li navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, karî xwe rizgar bike û derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Selîmî Rojekê ma di zindana dezgayê zanyarî ve û piştire hat radest kirin bi Îtîla’atê

Li gor çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, Mistefa Selîmî, pêş 2 hefteyan gihîştibû Başûrê Kurdistanê, lê belê ji aliyê xaleka asayîşa Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK ê ve, li navçeya “Germik” ya girêday bajarê Pêncuwînê tê desteser kirin, piştre tê radest kirin bo “dezgayê zanyarî”, herweha paş mana Selîmî bi rojekê li zindana dijeterora dezgayê zanyarî li serbazgeha bi navê “Kanî Gome”, bi fermana Lahor Şêx Cengî, berpirsê Dezgayê Zanyarî û Hevserokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, ji bo Îtîla’ata Îranê tê radest kirin.
Çavkaniyên Pêgeha “Darka Mazî” li Rojhilata Kurdistanê, ev mijara Selîmî şopandîye û eşkere kirin ku paş radest kirina Mistefa Selîmî bi Îranê, car din ji bo zindana Seqizê hatîye veguhastin, hemwext hêzên ewlehiya zindanê jî malbata Selîmî haydar kirîye ji bo ku bihên bo dawî car Mistefa Selîmî bibînin, jiberku wê sizayê sêdaredanê li ser hête bicî kirin.

Zîndana Seqizê malbata Selîmî haydar kirîye ji bo ku bihên bo dawî car bibînin

Li gor medyaya Rojhilata Kurdistanê, dengoyê wê yekê heye ku îro roja şemîyê 11-4-2020ê sizayê sêdaredanê li zindana Seqizê li ser Mistefa Selîmî û hinek zindanî yên din yên kurd were bicî kirin.

Tê zanîn Mistefa Selîmî, dema 17 salane bi tumeta endambûna wî di parteke siyasî ya welat parêz de, li Îranê desteser kirîye û dadgeha şoreşa Îslamî ya Îranê, sizayê sêdaredanê ji bo derxistîye, Selîmî li navçeya Nehawendê hatbû desteser kirin, di 17 salên rabûrî de, ew li zindanên Kerec, Sine û Seqizê de çaverêya bicî kirina sizayê sêdaredana xwe dikir, bera 2 hefteyan ew karî bû li gel hinek hevalên xwe ji zindanê birevin û xwe bigihînin Başûrê welat, lê belê ji aliyê Lahor Şêx Cengî ve car din bi Îranê û darê sêdarê tê radest kirin.

Mestefa Selîmî xêzandare, kurekê temen 25 sal bi navê “Eşkan Selîmî” heye, Eşkan Selîmî bera niha û ji bo şopandina pirsa bavê xwe, li saziyên dewleta Îranê li Seqizê, rastî sivkatî û bê hurmetiyê ji aliyê berpirsên Îranê ve hatbû.

Pustên heman beş