Mistefa Selîmî, zindaniyê siyasî yê Kurd, îro roja şemî li zindana bajarê Seqizê yê Rojhilata Kurdistanê hat sêdare dan, piştî ku asayîşa Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û dezgayê zanyarî radestî Îranê kirî.
Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan ya Rojhilata Kurdistanê, îro roja şemî11-4-2020ê tesbît kir ku Mistefa Selîmî zindanî yê siyasî yê Kurd paş ku ji aliyê asayîşa Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ve li rojên rabûrî bi Îtîla’ata Îranê hatîye radest kirin, îro hukmê sêdarê li ser hat bicî kirin.
Rêxistina Hengaw dest nîşan kir, Mistefa Selîmî îro li demjimêr 4:00 serê sibê li zindana Seqizê hat sêdare dan.
Mistefa Selîmî paş ku karî li hefteyên rabûrî li gel hinek hevrêyên xwe bireve, xwe gihand Başûrê Kurdistanê û li gundê Germik yê ser bi bajarê Pêncuwînê ji aliyê asayîşa YNK ê ve tê desteser kirin, piştre û paş mana wî bi rojekê li zindana dezgayê zanyarî bi Îranê hat radest kirin.
Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan dibêje: “asayîşa YNK ê bi behaneya vîrusa Koronayê Selîmî radest kirîye”.
Li vê derbarê de, Elî Cevanmerdî rojnamevan û çalakvanê herî diyar ê Rojhilata Kurdistanê dupat kir ku asayîşa YNK ê, Selîmî radestî tîmeka pasdarên qerargeha Remezan ya supayê pasdarên Îranê kirbû.
Tê zanîn Mistefa Selîmî, dema 17 salane bi tumeta endambûna wî di parteke siyasî ya welat parêz de, li Îranê desteser kirîye û dadgeha şoreşa îslamî ya Îranê, sizayê sêdaredanê ji bo derxistîye, Selîmî li navçeya Nehawendê hatbû desteser kirin, di 17 salên rabûrî de, ew li zindanên Kerec, Sine û Seqizê de çaverêya bicî kirina sizayê sêdaredana xwe dikir, bera 2 hefteyan ew karî bû li gel hinek hevalên xwe ji zindanê birevin û xwe bighînin Başûrê welat, lê belê ji aliyê Lahor Şêx Cengî ve car din bi Îranê tê radest kirin.