Berpirsê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, yê bajarê Erzerûmê yê Bakurê Kurdistanê, ket dest dewleta Tirkiyê ku di kategurîya pirteqalî ya dewletê de daxwaz kirî bû.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê eşkere kirin, roja pêncişemî ya rabûrî 9-4-2020an berpirsê PKK’ê yê Erzerûmê bi navê “Mehmûd Oktay û bi kod navê Xeyrî Mava” bi dîl ket dest dewleta Tirkiyê.
Her wiha dest nîşan kirin, “Mehmûd Oktay” li wê demê ket dest hêzên ewlehîya Tirkiyê, wexta erebeya wî li ser rêya bajarê Gimgimê yê girêday Mûşê hatiye rawestandin.
Çavkaniyên “Darka Mazî” diyar kirine ku li bera desteser kirina “Mehmûd Oktay” û li sînorê bajarê Mûşê, şer û pevçûn rûdabûn û Oktay birîndar ketibû.
Li gor medyaya Tirkiyê, “Mehmûd Oktay” di kategurîya reng pirteqalî ya dewleta Tirkiyê de daxwaz kirî bû û hemwext milyon lîre weke xelatê eşkere kirina ciyê wî ji aliyê dewletê ve hatibûn dest nîşan kirin.