Testa vîrusa Koronayê ya berpirsê PKK ê pozîtîf derket

TESTA VÎRUSA KORONAYÊ YA BERPIRSÊ PKK Ê POZÎTÎF DERKET

Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî ku ji çavkaniyên xwe yên taybet li Bakurê Kurdistanê wergirtîne diyar bûye ew berpirsê PKK ku bi birîndarî ketiye dest leşkerên dewleta Tirkiyê paş ku testa vîrusa Korona li nexweşxaneyê bû tê encamdan, ew test pozîtîf derket.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li nava midurîyeta tenduristîya bajarê Mûşê eşkere kir testa vîrusa Koronayê ya Mehmûd Oktay pozîtîf derket.

Li ser vê yekê biryar hat dayîn testa vîrusa Koronayê ya wî kesê ku alîkariya Oktay kiriye û ji ber vê hatiye binçavkirin jî bê kirin.

Pêş niha jî çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê eşkere kirbû ku Mehmûd Oktay bi kod navê “Xeyrî Mava” berpirsê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, yê bajarê Erzromê li Bakurê Kurdistanê, bi birîndarî ketiye dest dewleta Tirkiyê, Mehmûd Oktay di kategoriya pirteqalî ya dewletê de jî daxwaz kirî bû, ji bo wî milyonek xelat hatbû danîn, ew di 9ê Nîsanê da li ser rêya Mûş Gimgimê-Karlovayê di pevçûnekê de birîndar bû û paşan kete dest dewletê.

Pustên heman beş