ÎSMA’ÎL QAANÎ Û CEMÎL BAYÎK LI QENDÎLÊ CIVÎYAN
Fermandarê Feyleqa Qudis ya supayê Pasdarên Îranê, li gel serkirdatiya Partiya Karkerên Kurdistanê civîya, qonaxa nû a têkiliyên PKK’ê li gel Îranê, hem wext erkên nû ên PKK’ê li Îraqê nîqaş kirin.
Li gor agahiyên herî taybet ên çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê, li roja înî ya rabûrî 10/4/2020an, Isma’ili Qaanî, fermandarê Feyleqa Qudsê a sipayê Pasdarên Îranê, serdana Qendîlê kirîye û li gel kesên yekem ên PKK’ê civiya ye.
Her wiha dest nîşan kirin, Qaanî û fermandarên pêre, li gundê Lîfcî li gel Cemîl Bayîk hevserokê Konseya birêvebir a koma civakên Kurdistanê KCK’ê û 17 serkirdeyên din yên PKK’ê civîya ye.
Tê zanîn ev dibe yekem civîna Isma’ili Qaanî li gel serkirdatîya PKK’ê, paş ku erkê fermandarêtîya Feyleqa Qudsê wergirtî, bera kuştina Qasim Suleymanî, Isma’ili Qaanî ku cêgirê Suleymanî bû, berpirsiyarê melefa hêzên Kurdî ên sipayê Pasdaran bû.
Civîna Qaanî û serkirdeyên PKK’ê, qonaxa nû ya têkiliyên PKK’ê û Îranê, belave bûna vayrosa Korona û her wiha erkên nû ên PKK’ê li Îraqê nîqaş kirine.
Yek ji fermandarên sipayê Pasdaran ku berhevî civînê bûy, bi ‘Emîd Sîrhad tê nas kirin û niha ew bûye berpirsyarê melefa yekîneyên Kurdî di sipayê Pasdaran de,’Emîd Sîrhad birazayê îmamê gotara îniyê ê bajarê Tebrêzê ye û zimanê Tirkî bi başî dizane ji ber ku bi nejad Azerî ye, li navçeyê ew bi kod navê “Hacî” tê nas kirin.
Medyaya Tirkiyê bi taybet rojnameya xeber Tirk li derbara ‘Emîd Sîrhad dibêje: “wî roleke mezin di rizgar kirina Murad Karaylan, endamê kunseya birêvebir a KCK’ê li sala 2011an ji operasyoneke Mîtê de hebû, wexta ku karaylan derbasî Îranê kirî”.
Xeber Tirk li derbara civîna înî a Qaanî û Bayîk jî eşkere kir ku wê civînê dema 5 demjimêran dewam kir bû, her wiha dest nîşan kir ku tişta seyr ev bû ku Murad Karaylan berhevî wê civînê nebibû.
Her li derbara derketina meydanî a Qaanî, medyaya Îranê eşkere kirine paş wê civîna li gel PKKê, Qaanî serdana Sûriyê kir û li gel hêzên girêday Îranê li wî wilatî civîya ye, ajansa Ciwan a Îranê wêneyên Qaanî li Sûriyê li gel çekdar û fermandarên Hîzbollah weşandine.