TIRAJÎDIYA SÊDAREDANA MUSTAFA SELÎMÎ Û TIŞTÊ TINE BÎRA ME

TIRAJÎDIYA SÊDAREDANA MUSTAFA SELÎMÎ Û TIŞTÊ TINE BÎRA ME

Endamê berê yê Partiya demokrat a Îranê PDK-î Mistefa Selîmî Li roja 4/11/2020 ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê ve hate sêdaredan. Vê sêdaredanê pir tişt anîn bîra hemû kesî. Pir layena xwest vê serpêhatiya dil şewat ji bo xwe bikin amrazeke piropagindê. Beşekî rewşenbîran ev rûdana diltezîn nivîsandin, lê beşeke din keftin nava hewlên bê layen mayînê û rastiya vê rûdanê “Ka û bistik” linav hev xistin. Lê belê hişên me yên dîrokê li ser vî babetî dide nişandan ku, ew erka Îranê ya dijî Kurda xwe dûbare dikir.

Serokê YNK rehmetî Mam Celal zemanekê ev gotibû dewleta Tirk “ ez pişîke ke Kurda jî radestî we nakim” li wê rojê heya niha pir tişt hatîne guhertin. Kurê mam Celal û birazayê wî Lahor Şêx Cengî  YNK dest xwe xistiye û dev ji radest ne kirina pişîkê ji bo dagirkera berda, siyasetmedarekî  Kurd yê temen 54 salî û 17 sala zîndanê de mayî  û heman demê de ji zindana dagîrkarên Îranê rizgar bûyî, mixabin hate radest kirin.

Ev yêk ji bo hemû Kurdistanê Tirajîdî ye bi taybetî jî jibo YNK bêşermîye ke pir mezine. YNK û ew ekterên xwe li pişt YNK diveşêrin heya dawiya jîyana xwe de bi vê bêşermî yê dê jîn. Dibe ku gotin were berevajî kirin, dîrok xelet were nivîsandin lê erka me jî ewe ku em va rûdanên qirêj hertim li bîrdanka netewa xwe de bîr bînîn.

Ew saziya bi navê Hengaw (Rêkxistina Mafê Mirova li Rojhilatê kurdistanê) ev bûyer îfşa kir. Çalakvanê Rojhelatî yê bi navê Elî Ciwanmerdî bi belge diyar kir ku Mistefa Selîmî ji alîyê asayîşa YNK ê ve hatîye radest kirin bi Îranê. YNK heya niha liser vê bûyera diltezîn çi daxuyanî ne belav kirî ye. Heya ragehandina liser YNK ê ve, ji bo vî babetî nûçe ya jî derbas nake. Bûyera Selîmî ji navenda çapemeniya biser Hewlêr ê ve û ragihandina PKK ê ve dihête behis kirin. Lê vir de du pirsgirêk derdikevin. Ragihandina PKK ê li ser vê bûyerê qed behsa berpirsyariya asayîşa YNK ê nake, berevajî rastiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke berpirs tê girtin. Têgeha PKK ya ku “şikestina baskê çûçik” ê jî weke berpirsyar PDK nîşan dide vê carê  hate bîra PKK ê ku Hikûmeta Herêmê heye û ew hate tewanbar kirin.

Hinek nivîser jî ji bo ku xwe weke bê layen biden xuya kirin Hikûmeta Herêmê berpirsyar dibînin.

Di rastiyê de rewşa Hikûmeta Herêmê pir cuda ye. Desthilata Hikûmeta Herêmê jiber egerên hundir û derve, yêkgirtî nîne. Bi taybetî jî pey şerê DAİŞ ê ev parçebûna heyî kûrtir bûye. Egerê vê parçebûnê yê sereke jî ew hêzin yên ku ligel Îranê tev digerin. Anku pala xwe dayî Dewleta Îranê ne. Mirov vê rastiya Hikûmeta Herêmê têde nebine û raste rast tawanbar bike dê pir xeletî ya bi xwe re bîne. Vê parçebûnê em nikarîn berçav wernegirîn. Lewra jî bûyerên Silêmanîyê rûdiden dibin berpirsyariya YNK da ye.

Ew kesên hêza YNK ê ya îstixbaratî, asayîşî û leşkerî dest xwe xistî anku ekîba Lahor Şêx Cengî bê şik berpirsê sêdaredana Mistefa Selîmî ne. Ew kes û layenên vê rastiyê bi peyv û hewlên hestîyarî dixwazin şûlî bikin ew ne wilatparêzan ne jî bê layenin, tenê em dikarîn bibêjîn ew bê wicdanin. Dixwazin rastiyê veşêrin.

Piştgirên PKK ji bo berpirsyariya YNK di vê bûyerê de veşêrin ev du roje hemû astên çapemeniyê de bi taybetî jî torên civakî de ketine nava liv û tevgerê. Jiber ku bi salane YNK-PKK u İRAN di nava peymaneke stratejîk de ne. Erkên vê peymanê êk jî ewe ku her babetî de piştgiriya hev bikin. Sêdaredana Mistefa Selîmî jî encamê vê peymana YNK-PKK û Îranê ye. Sala 2012 heya niha PKK ê çi daxuyanî derbarê Dewleta Îranê de nekirine.

PKK Bi radestkirina Mistefa Selîmî ji bo Îranê, Hikûmeta herêmê tawanbar dike lê xuyaye ku PKK ê dema rabûrî de tiştê ji bo Îran ê kirî ji bîr kirîye. 25 gulan 2015 de li Kêleşînê 2 Pêşmergên PDK-İ bi heceta hatine ser xaka me bi alîyê PKK ê ve hatin şehîd kirin. Berîya hingê jî di sala 2001 de PKK ê baregehê partîya AGİRÊ SOR desteser kir di nav de Serokê wê Partiyê Mihemed Emîn Pênciwînî, dû Pêşmergên jin û têda 15 pêşmerge girtin u radestî Îranê kirin. Ev bûyer Herêma Kêleşînê çêbibû. Helîkopterek Îranê hate Herêma Xinêre ligel serkirdê yê PKK ê Cemîl Bayik hevdîtinek çêkir û bijî rojekê ev pêşmerge û Serokê wan Mihemed Emîn Pênciwînî radestî dewleta Îranê kirin. Serokê partî ya Agirê Sor demeke kin de hate sêdaredan. Liser aqûbeta wa 15 Pêşmerga çi agehî ser nînin. Berî ya PKK jî YNK ê 40 Pêşmergên vê Partiyê kuştibûn.

Heya em vê dîrokê nezanîn em nikarîn bûyerên evro jî şîrove bikeyn.  Yên îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xîyanêtê tawanbar diken, xwedîyê van kiryarên qirêj u şûlî ne.

Jibo em rastiyê fam bikeyn pêwîste em dîroka herêma Kurdistanê ya van 50 salên dawî yê baş bizanîn. Û pêşerojê jî goreyî wê bibînîn.

Îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixwaze pêşî li YNK û giropa Lahor Şêx cengî bigire yên destpêkê xwe bi çek rapêçin û werin şerê Hikûmeta Herêmê bikin dê, PKK be. Jiberku ji va herdu haleta yê herî zêde mifa wergire dê PKK be. PKK dibêje YNK ê ez dê harîkarê te bim ger tu dijî PDK u hikûmeta Herêmê rawestî. Û bi vê palpiştiyê ji Lahor Şêx Cengî yarmetî werdigire. Herêmên dibin desthilata YNK de jibo xwe baregeha avadiken, Gerîla cîh diken, dibin navên cûrbecûr de li bajêra sazî û dezgehên xwe fermi vediken. Bandorekî sîyasî liser helwest û nerînên YNK diken. Warê dîplomasî ya Herêmî de YNK ji bo xwe diken berpêk. Destkeftên YNK ji bo xwe bikar tînin. Jiber vê jî PKK naxwaze ew rewşe têk biçe. Û peywendiyên dû layene xirab bibe. Ew bûyera Kuştina dû serkirdê PKK li Silêmanîyê Demhat (Seyitxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Îrmak) de jî YNK ne hate tumetbar kirin. Ev herdû endamên PKK ê herdem li gel Lahor dinava Pêwendiya de bûn. Lê PKK ê jiber rêkeftinin xwe yên stratejî, liser vê bûyerê girt u nexwest navbera xwe ligel YNK ê têk bibe. Heman dem PKK xîyaneta Kerkûk ê qed na helgire ser devê xwe jî.

Ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihête rexne kirin, dê mijara wê ew be ku we ji bo çî mafê jîyanê da wan kesên xîyaneta Kerkûk ê kirî. Pêwîst bû wan xayînan bêhin (henase) li Kurdistanê ne wergirtiba. Pêwîst bû Hikûmetê ev kesene dadgeh kiri ban.

Rastî eve ye: baskek di nava YNK de heye ku bi sere xwe bizavê dike û pisgirêka vê grûpê kûr û berfirehe. Em nikarîn bi Hikûmetê îzah bikeyn. Peywendî yê YNK-Îran ê û Îran-PKK – YNK ê bingeh û palpişte ji bo grûpa çete ya Lahor şêx cengî. Heman dem hinek peywendî yê navdewletî jî hene. Lewra Hikûmeta Herêmê dijî vê grûpa çete bi hişyarî û hisap pêngava dihavêje.

Dema ku Kerkûk hatîye dagîrkirin pir kes hêvîyê bûn ku şerek di navbera Hikumeta Herêmê û YNK derbikeve. Hinek layena bi zanebûn fesadî dikirin ku şer derbikeve. Lê serokê Herêma Kurdistan ê Mesut Barzanî bi tecruba xwe ya dêrîn ne hate vê leyîstikê. Û ev plane jinav bir. Ger Hikûmeta Herêmê YNK û Lahor şêx cengî kiriba armanc da wê deme Hikûmeta Herêmê hête jinavbirin û şûna sîstema federal da îdara parêzgehan hête sazkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne bi hestên xwe bi tecrube û zanistî ev plane astengkir.

Yên ku dixwazin pêvajo a sêdaredana Mistefa Selîmî biken behra Hikûmeta Herêma Kurdistan ê, pêwîste va rastîyên dîrokê bizanin. Mistefa Selîmî ji alîyê kes û grûpên dostên Îranê ve hate radestkirin.

Di derbarê pêwendîyên İran u partîyên kûrd u sêdaredana  serokê partîya “Agirê Sor” mihemet emin Pênciwînî de berîya nûke di malpera mede li ser van babeta nivîs hatibun weşandin. Evjî linkên wa nivîsanin.

Pustên heman beş