YNK Ê DI 29 SALAN DE 540 WILATPARÊZ RADESTÎ ÎRANÊ KIRINE
Partîyên kurdistanî yên Rojhilata kurdistanê eşkere kirin ku mistefa Selîmî ne yekem wilatparêze ji aliyê Yekîtîya niştîmanî ya Kurdistanê ve bi îstixbarata Îranê tê radest kirin, belku di 29 salên rabûrî de, nêzî 151 kesan radest kirine.
Hejmara wan wilatparêzên Rojhilatê kurdistanî ku her ji sala 1991an heya niha bi destê gropekî di nava Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê de hatîne radest kirin ji bo destê Îranê, yan jî çavsaxî ji bo teror kirina wan wilatparêzan kirîye li başûrê kurdistanê herî kêm 151 kesn, ev hejmar bi tenê hejmara wan kesane ku hatîne tomar kirin, heger na bê şik hejmara wan pirr zêdetre.
Li gorey belgeyên ber dest ku ji aliyê partîyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, di d dema rabûrî de hatîne belav kirin, diyar dibe ku hejmara wan wilat parêzên Rojhilatê Kurdistanê ku di nava partîyên Rojhilat de endam bûn û xebat dikir, lê hatîne teror kirin yan radest kirin bi Îranê ji aliyê YNK ê ve digehe 540 kesan.
Ev kese bi awayên cuda hatîne teror kirin û radest kirin, caran bi anîna hêzên Îranê ji bo nava xaka herêma başûr de, carna bi jehrê û carna jî bi gulleyên raste rast ev wilatparêz hatîne radest kirin û teror kirin.
Bo mînak li sala 1998an de li navçeya Baziyan, YNK ê, jehir kir di nava ava vexwarina pêşmergeyên parta Demokrata Îranî de û 8 pêşmergeyên Rojhilat bi vî rengî şehîd kirin.