PKK Û YNK XEBATÊ DIKIN NAVÊ PÊŞMERGEYÊN ROJ NEŞIRÎN BIKIN

PKK Û YNK XEBATÊ DIKIN NAVÊ PÊŞMERGEYÊN ROJ NEŞIRÎN BIKIN

Di dema rabûrî de babeta herî germ ku di nava ragihandinê bi giştî de û torên civakî bi taybetî de hatî bas kirin, babeta radest kirina Mistefa Selîmî, zindaniyê siyasî yê rojhilatê kurdistanê bû ji aliyê Yekîtîya Niştîmanî ve bo destê rejêma Îranê, ji bo peçinîna vê rastiyê her zû weke hercar medyayên ser bi PKK ê û YNK ê ve ketin xebatê ji bo ku vê yekê bi drew derxin, herçend kir û nekir lê ev yek ji bo wan neçû ser, lewra neçar man babetek din di nava soşyal medyayê de germ bikin ew jî babetê kesekî bi navê “Şakir ferman Bonciq” ku ji aliyê hêzên ser bi xelîfe hefter yê serokê hêzên nîştîmanî yên Lîbyayê ve hatiye girtin û weke pêşmergeyekê hêzên roj yên Rojava Kurdistanê di din nîşan dan, helbet ev yek jî ji bo peçnîna îxaneta radest kirina Mistefa Selîmî ye, ji ber ku her kes dizane pêşmergeyên roj bi ç awa nehatîne şandin ji bo Lîbyayê.

Ya seyr di babetê “Şakir ferman Bonciq” de eve ku bi çi awa Berdevkê hêzên Lîbyayê belgeyek yan jî îitîrafa kesê navbûrî yan jî nasnameyekê ku îsbat bike ew pêşmergeyê hêza Roj e berçav nekirîye belku bi tenê gotîye Tirkiyê ew bikar anîye û şandiye Lîbyayê.

Li vê derbarê de, medyaya partîya karkerên kurdistanê û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê ketin nava hewlên mezin de ji bo ku navê pêşmergeyên Roj neşirîn bikin û wêneyekê wiha nîşa gel bidin ku pêşmergeyên Roj hêz şandine Lîbyayê ji bo ku li gel mîlîşya û çeteyên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê şerî li dijî hêzên Xelîfe Hefter bikin, lê belê her di zû de ev hewlên wan rastî şikestinê hatin.

Fermandarîya Leşkirê Roj: Şakir bi t awayek pêşmerge nebûye û ti têkilya me pêre nîne

Weke bersiv ji bo van hewlên çewaşekarî yên medyaya araste krî ya PKK ê û YNK ê, pêşmergeyên roj her di zû de ragihandinek weşand û têde gotiye ku hejmareke portal û pêgeh û turên civakî nûçeya desteser kirina “Şakir Ferman Bonciq” ji aliyê desthilatdarên Lîbyayê ve weşandine ku evî kesê şer ji bo hêzên kirê girtî yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê kirîye.

Herweha fermandariya pêşmergeyên Roj dest nîşan kir ku hinek jivan malperan ev kes bi bal hêzên “leşkirê roj” ve birine, weke bizaveke qirêj û derfetek jibo şikandina navê pîrozê vê hêzê, lewra me bi fer zanî hemû aliyan haydarî vê zelal kirinê bikîn:

Tekista zelal kirina fermandariya pêşmergeyên Roj

Kesê navbûrî bi ti awa û terzekî pêşmerge nebûye di nava hêzên me de, belku ne ji dûr û ne ji nêzîk ti têkeliyek di nêvbera wî û hêzên me de nîne.

Navbûrî li gel destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê li gel malbata xwe û bi dehan hezar kesan ji gelê Sûriyê bi Ereb, Kurd û Kiristîyan ve, penaberî Başûrê Kurdistanê bibû, piştre çûye wilatê Tirkiyê û li wir bicî bûye.

Tê zanî hêza “Leşkirê Roj” ku bi hêzeke kurdistanî tê nas kirin, ji bo bergirî kirinê ji gel û xaka kurdistana pîroz li beranber her dujmin terorekê hatîye avakirin û li berahîya hemûyan terorîstên rêkxistna DAIŞ’ê, di heman demê de parastina aramî û ewlehîya kurdistanê bi erka xwe zanî ye, lewma ev hêz bûye ciyê rêzgirtina her gelekê cîhanî.

Fermandariya pêşmergeyên Roj di zelal kirina xwe de dibêje: “em weke gelê kurd rêzeka herî taybet li gelê Lîbî digirîn û hewlên qirêj yên wan aliyan şermezar dikîn ku dixwazin navê pêşmergeyên Roj neşrîn bikin û girêdayî hinek aliyan bikin ku me ti têkilîyek pêve nîne.

Arteşa Lîbyayê: Tirkiyê li beranber pereyan Şakir şandiye Lîbyayê

Li vê derbarê de, lîwa Ehmed Mismarî berdevkê fermandariya giştî ya hêzên Lîbyayê eşkere kir ku Şakir yek ji kirêgiritîyên Tirkiyê ye û îstixbarata Tirkiyê li beranber pereyan ew bikar aniye û şandiye Lîbyayê.

Herweha dest nîşan kir, ji bo wan ciyê hêbetiyê ye ku kurde li pal terorîstan ve şer bikin, ji ber ku ew gelê kurd weke cengawerên azadiyê dibînin.

Ya rast eger babeta ku “Şakir” weke kurd jî hatbîte hesab kirin, medyaya PKK’ê û Yekîtiyê serketin neanîye, ji ber ku kurdên xerab di nava DAIŞ’ê jî de hebûn û şer li pal terorîstan li dijî gelê xwe kirin, lê belê pêşmergeyên Roj û pêşmergeyên Kurdistanê hemû yek bi yek kuştin, lewma armanca sereke ya medyaya PKK ê û YNK ê bi taybet ya li jêr sîbera Lahor Cengî weşanê dikin tenê peçinîna şermezarîya radest kirina Mistefa Selîmî ye bi rejîma bi Îranê ye.

Gelê Kurdistanê pêşmergeyên Roj bi sembola parastina Kurdistanê ji dagîrkar û xaînan dibîne, kanê çewa li şerê Sihêla û Mehmûdîyê li Oktobera 2017an bersînga wan hêzan girt ku li saya serê Lahor Cengî û gropa kalfaman bi ser Kurdistanê de girtî û dastana xwe neçemînin tomar kir, niha jî pêşmergeyên roj amadeye hemû hewlên wan yên qnrêj ji nav bnbe, gelê Kurdistanê jî vê hewla neşirînkirina navê pêşmergeyan bi rû reşî ji bo xwediyên vê xebatê dibîne.

Pustên heman beş