Balefirên ceng yên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro êrîşa deverên Doskî û Berwariya li Başûrê Kurdistanê kir û hinek moşek li nêzî gundên “Kanî Belavê û Bêlîzanê” dan.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê diyar kirine, îro roja çarşemî 15/4/2020ê balefirên ceng yên Tirkiyê, êrîşa deverên Doskî û Berwariya li sînorê parêzgehîya Duhokê kir, bi heceta teiqîb kirina livîn û hereketên gerîlayên PKK’ê.
Herweha dest nîşan kirin, ev êrîş li nîvroja îro çêbûye, wexta ku balefiran 2 moşek li demjimêr 2:15 aqarê gundê “Kanî Belavê” yê girêdayî deverdarîya Bamernê û herweha hinek moşekên din li sînorê gundê “Bêlîzanê” li devera Berwariya dan.
Moşekên ku li aqarê gundê Kanî Belavê dayne, li nêzî cadeya serekî ya wê navçeyê bûne.
Tê zanîn li roja 31/3/2020ê, balefirên Tirkiyê devera Doskî yan bordoman kirbû, wexta moşekek li aqarê gundê “Gund Kose” day, piştre û li 6/4/2020ê navçeya bi navê “Deriyê Bêsepê” li aqarê gundê “Bêsepê” li devera Nêrwe Rêkan bordoman kir.
Gerîlayên PKK ê paş Tebaxa sala 2019 livînên xwe veguhastine nava gundan û ev yeke bûye ciyê nerazîbûna xelkê deverê û ew dixwazin PKK ji gundên wan dûr bikeve ji bo ku ji êrîşên dewleta Tirkiyê dûr bin.