ÎSRAÎLÊ ÇEKDARÊN HÎZBOLLAHA LIBNANÎ LI SER SÎNORÊ SÛRIYÊ BORDOMAN KIRIN

ÎSRAÎLÊ ÇEKDARÊN HÎZBOLLAHA LIBNANÎ LI SER SÎNORÊ SÛRIYÊ BORDOMAN KIRIN

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê îro roja çarşemî 15/4/2020an ragihandin, karwanek ku ê çekdarên Hîzbollaha Libnanî bû li bajarê “Cidîde Yabûs” li navçeya sînorî ya Libnanê kete jêr êrîşa mûşekî.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, balefireke bê pîlot a Îsraîlê erebeyeke zirxkirî a Hîzbollah ê li sînorê bajarê Dîmeşqê, li nêzîkî sînorê sûryê û Libnanê, armanc kiriye.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan bi tekez kirin li ser vê yekê ku ‘erebe ya hatye armanc kirin bi du mûşekan a çekdarên ser bi milîsên Hîzbollaha Libnanî bûye, ev yek jî zêde kir ku heya niha ti agahiyek li ser kesên di nava ‘erebeyê de ber dest nîne.

Her du medyayên bi navê “Al Arabia û Al Hades” eşkere kiriye, çekdarên di nava ‘erebeyê de bera ku ev erebe bihête armanc kirin ji ‘erebeyê derketine û reviyane. Van kanalên telefizyonî her weha ragihand ku mebest ji mûşek baran kirina vî karwanê çekdarên Hîzbollah ê di rastî de kuştina Fermandarên pile bilind ên Hîzbollah ê bûye.

ÎSRAÎLÊ ÇEKDARÊN HÎZBOLLAHA LIBNANÎ LI SER SÎNORÊ SÛRIYÊ BORDOMAN KIRIN

Pustên heman beş