Çapemenî ya PKK ê dema êrîşa liser Rojava çêbûy dinava bêdengî yekê de bû. Dû sedemên vê bêdengiyê hebûn. Pêşdatir jibo Herêma Kurdistanê beranberî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne û keseke weke Mazlûm Ebdî di rêza yêkemîn de cîh digire bi navkirî got “ez sipasî ya Serok Mesut Barzanî dikem.” Ev gotin u hindek hevsengî ya siyasî nehişt weke berê çapemeniya PKK ê êrîş bike ser Rêveberiya Başûrê Kurdistan ê. Lê ev helwesta PKK ê demkî bû. Dema lewazî despêdike bîra PKK ê diyalog û yekîtîya neteweyî dihêt.
Lê ev çend rojin çapemeniya PKK ê dîsa ketîye nava êrîşeke dijwar li dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê. Taybetî Jî ew kesê ku li welatê Libya hatîye girtin bi navê Şakir Ferman Boncuk di ragehandina PKK ê de weke Pêşmergê Roj hate nîşan dan. Weke her carê çapemenî ya PKK ê xwast bi “kevçî yek avê ji babelîskê derbixe.” Bi salaye derbarê Pêşmergê Roj nûçe û agahîyên direw dixwazin vê hêza Niştîmanî, reş biken. Tohmetên pir bê exlaq dihêne kirin.
Bi ser de jî dema ku van direwên bidûvik belav diken ala pîroz a Kurdistan ê jî jibo têgeheke çavkî bikarin çêbikin bi kar tînin. Bi van wêneya dixwazin mejîkê Gel de têgeha Herêma Kurdistan= çete yên Tirkan e biden avakirin. Ger hûn bala xwe biden çapemenî ya PKK ê tu carî nûçeyên derbarê serkeftinên Herêma Kurdistan ê çênake. Mînak: hemû dinya pîrozbahî li Rêveberiya Herêma Kurdistan ê kir, Ji ber serkeftina wê ya dijî vîrusa Corona. Lê ragehandina PKK ê ne xwest vê rastiyê bibî ne û bahis bike. Ger carek bi cara bixwazin nûçe kê de başî behs lê bikin jî, ti carî ala Kurdistan ê bikar na Înin.
Lê belê liser wî kesê Libya hatî girtin ku bibêjin pêşmergê Roj e di navbera 24 demjimêran de ANF ê karî sê nûçe belav bike. Rojekê berîya vê mijarê fermandarê giştî yê QSD ê Mazlum Ebdî jiber alîkariya Herêma Kurdistan ê warê tekoşîna dijî vîrusa Corona jibo Rojava kirî, sipasî yên xwe arestey Nêçîrvan Barzanî kirin. Lê ANF ê, ev nûçe ya jibo hevgirtina netewî girîng, ne dît û paş guh kir. Lê mixabin ragehandina dujminî AA (ajansa Anadol) ev nûçe dît û di manşet de got “IKDP jibo rêxistina terorîst YPG-PKK ê jiber vîrusa Corona alîkarî ya tibbî kir.” Heman dem got “ bijlî herekata Kaniya Aştî yê” peywendî yên Başûr û Rojava pêş ketine. Ragehandina PKK ê qasî ragehandina dujminî ji ev rastî nedît.
Bê goman di carekê de êrîşa çapemeniya PKK ê jibo ser Hikumeta Herêma Kurdistan ê ne liser xêrê ye. Tu bixwazî nexwazî pir tişt dihêne bîra mirov. Jiberku evro bûyereke din yê serincrakêş derket. ANF ê di nava rûpelên xwede di got; herêma Wertê di navbera YNK û PDK de kêşe derketî ye. Ev nûçe di çi malperên ragehandina Başûrê Kurdistanê de ne dihate behs kirin. Li ser nûçe ya ANF ê derbarê babetî de Berdevkê dîplomasî ya KCK daxuyanî yek belav kir.
Ev kêşe ya ANF niha behsa wê dike, di heyva Adarê de qewimî bû. Dinavbera pasewanên hatin û çûnê û hindek endamên YNK yên ku ne dixwastin seyara wan were teftêş kirin de, derketi bû. Pay vê rûdanê PDK û YNK lihev civîyan û derbarê ewlehîya herêmê de giheştibûn rêkeftinekê. Goreyî vê rêkeftinê di herêma Zînê-Wertê hêzeke leşkeri yê biser wezareta Pêşmerge ve girêdayî lîwaya 7 wê li wê herêmê were bicîh kirin.
Lê belê çapemeniya PKK’ê di nûçe yeke xwe ya roja 31 Adarê de di got hêza hevbeş ya PDK-YNK’ê di Herêmê cîh kirin “pilana dewleta Tirk e” û ev nûçe dihate sêrvîs kirin. Di rastî de herêmên Zîne – Wertê ne di bin kontirola hêza PKK’ê da ye. Dûrî herêmên dibin kontirola PKK’ê dikeve. Duh 14 Nîsanê dîsa çapemeniya PKK’ê ev mijar xiste rojevê. komîteya peywendî yên derve ya KCK’ê daxûyanî yek belav kir u tê de got: dibe ku şerek li gel PDK’ê u YNK’ê were rûdan lewra ji pêwîste her kes ji wê herêmê xwe şûnda vekêşe. Digot me jibo gel civîn çêkirîne. Tişteke herî sarincrakêş daxûyaniya xwe de bangawazî jibo gel û hûnermenda di hate kirin.
Bê goman ev nûçe yên ragehandina PKK’ê ne bê qezî ye. Çapemenî ya PKK’ê li gorî ajandeyeke sîyasî tev digere. Dîyar dibe ku PKK’ê jibo bihara 2020an di bin navê PDK’ê de dixwaze li dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê hilpişkînekê bike. Di sala 2019an de jî her tişt wiha destpêkir bû. Bihête bîra we çapemenî ya PKK’ê heroj di got: Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê herêmên parastina Mîdya de agehî ya dide Tirka, di gotin ajanên Tirka hene… û bangewazî gel dikirin. Di dawî yê de çi derket bûyera xweringeha Hokkabaz ya ku 3 kes hatîne kuştin.
Vê carê jî dîyar dibe ku PKK û ew baskê di nava YNK’ê de havalbendî yê li gel PKK’ê diken dixwazin jibo Herêma Kurdistanê li deverên Çîyayî de alozî û pevçûnê derbixin.
Di çapemenî ya PKK’ê de kêşe ya Wertê ev qas mezin kirin nişana wê ye. Wertê heke na herêmeke bi PKK’ê ve têkildare. Tê fehim kirin ku PKK hewil dide ku herêmên xwe mezin bike. Nikare li Qendîl û cihên din bigire. Artêşa Tirik Xwakurk û Xinêre ji dest PKK’ê derxistî ye. Bilindiya Qendîl jî di destê artêşa Îranê da ye. Ji bo PKK’ê kendalên Qendîl mane. Qendîl êdî nikare ligel Behdînan peywendî yên Cografî çêbike. Lewra jî dixwaze herêmên xwe ber bi bajarên Başûr ve fireh bike. Herêmên parastina Mîdya teslîmî artêşa Tirk kirin. Niha jî dixwazin li ser çîya yê Karox ve pirekê di navbera Qendîl û Behdînan çêbikin. Armanc ewe ku biryargehên xwe derbasî devera Çoman û Rewandizê biken. Girîngî ya herêma Çoman ne mijara vê nivîsê ye. Di Rabirdu da jî hindek pilanên PKK û YNK li ser Çoman hebûn. Dibe ku rojekê kesek li ser vê binivîse. Dîyar dibe ku PKK’ê liser devera Çoman digel wî baskê di nava YNK’ê de peywendîdar, pêk hatine. Jiber wê jî dixwazin hember Hikumeta Herêmê gel tehrîk biken û şantaja durist biken. Sala derbas bûyî ew meşa parlemanên Hikumeta Herêmê kirî bikene milkê xwe. Weke Şêladizê ku di rastiyê de ne serhildan bû weke deskeftên xwe piropaginde biken. Bangawazî ya komîteya peywendiyên derve ya KCK’ê jibo rewşenbîr û gel kirî, bi vê armancê ye. Demeke nêzîk de hindek layengir û endamên PKK’ê dibin navê “ Serhildana Wertê” dê bixwezin pêvajo biden destpêkirin.
Belê van dû sê rojên dawî yê çapemeniya PKK’ê dest bi şerekî propaganda kiriye li dijî Herêma Kurdistanê. Zimanekê dujminî bi kar tîne. Hewildanên wan yên zext liser Hikûmetê çêkirin diyar dike ku: PKK ê heya şereke çakdarî jî daye ber çavê xwe.
Pêwîste Gelê Kurdistanê hember vê pêvajoyê pir hişyar be. Çapemenî ya PKK’ê dê her dem nûçeyên çavkaniya wan ne dîyar sêrvîs bike. Hemû Kurdistanî hişyar bin. Bila PKK baş bizane ku Gelê Herêmê ji wan direw û gotgotkên wan bawer nakin û her babetî de dikarin bersiva van biden. Kurd hişyar dibin, bersiv didin, lêpirsîn dikin u ji van direw firoşa û propagindên partîzanî hîç bawer nakin. Ger zêdegavîye kê jî bibînin ew dikarin vê rawestînin.