Lahor Cengî baş fam di kir ko derketin ji rê û fermanên emerîkayê, wê çi xetereyê ji bo wî û dije terora wî û heya partîya wî jî çêbike
Partîya Karkerên Kurdistanê ji wexta pêvajoya Aşêtiyê ya sala 2013an û hatina wan ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê, weke me di nivîsên xwe yên berê jî de eşkere kirî, her wexta kirîzek çêdibû, ji bo xwe bi derfet dibîne û bera her tiştî Partîya Demokrat a Kurdistanê û Hikûmeta Başûr pê sûçbar dike, di kirîza “Zînî Wertê” de jî ev yek bi başî kir.
Pêtirî hefteyekê ye, babeta “Zînî Wertê” û leşkerkêşîya PDK û YNK ê ji alîyekî û ji alîyekê din danana hinek xalên PKK ê, mijara germ ya nûçeyên Herêma Başûrê Kurdistanê û heya Îranê jî bû, rastiya babetî eger çi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di beyaneke fermî de zelal kirîye, lê belê weke her car PKK bi rêya dewleta dagîrkar ya Îranê hate di vê kirîzê de, ji bo ku PDK ê û Hikûmeta Başûr bêxe di rewşeke “muhric” de, lê belê di rastiyê da babet cengeka medyayî ye, zêdetir ji ku cengek be li navbera PDK ê û YNK ê.
Îran û dostên Îranê li Başûr şikestin û Emerîka serket
Ji bo ku kirîza “Zînî Wertê” bi dirustî were zelal kirin û kanê çima ev navçeye ku giringiyeka wê ya sitratîcî tuneye dibe nasyartirîn navçeya Başûrê welat, pêwîste ev bûyerên di îsal de li asta Îraqê û navçeyê rûday werin şîrove kirin, ji ber ku babeta “Zînî Wertê” peywendîyeke raste rast pêve heye.
Li dema rabûrî Emerîkayê hêzên xwe ji serbazgehên “key wen û Tacî” yên li Kerkûkê û Bexdayê vekşane sînorê Hewlêra Paytexta Başûr, her çend ku heşda Şebî û hêzên ku li ser Îranê tên hesab kirin, daxwaza vekşana bi yekcarî kirin, lê belê li gel bi cî bûna hêzên Emerîkayê li Hewlêrê û danana sîstema bergirya asîmanî ya “patriot”, li vir zexta Îranê û tirsa wê pêtir lê hat û ev yek bû sedem ku navçeya “Zînî Wertê” bibe nasyar tirîn navçeya Başûrê Kurdistanê, çima gelo? Ji ber ku ev navçeye tenê ji bo balefirxaneya “Herîrê” sitratîce û bi bicî bûna her hêzeke girêdayî Îranê li wê navçeyê wê di şiyan da be balefirxaneya Herîrê hedef bike.
Emerîkayê dixwaze “Zînî Wertê” ji hêzên nêzî Îranê vala biket, ne PDK
“Zînî Wertê” ji rûyê siyasî li jêr desthilata yekîtiyê ye, ji rûyê îdarî girêdayî wan navçeyane ku di dest PDK ê de ne, lê belê ya rast PKK ê ew navçe dagîr kirine, wek me pêş niha amaje ji bo kirî, navçeya “Zînî Wertê” girîngî ya wê ya sitratîcî tuneye ku bibe egera cenga hîzbî, ev navçeye bi dûratiya 36 kîlometran ji Rewandizê û 30 kîlometran ji Raniyê dûre, paş hatina hêzên Emerîkayê ji Başûr û naverasta Îraqê bo Hewlêrê, Emerîkayê xwast her çi navçeyeke li ser balefirxaneya Herîrê zal ji hêz û hevpeyman û dostên Îranê vala bike, ya li “Zînî Wertê” jî rûday tenê ev bû, ji ber ku heger “Zînî Wertê” li jêr hejmûn û desthilata Îranê be, çekên sivik yên Îranê wê bigehin balefirxaneya Herîrê û Emerîka bi ç awayekî evê qebûl nake.
Şêx cengî şaşitî kir û her zû pena ji bo Nêçîrvan Barzanî bir
Ji bera destpêkirina kirîzê, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hêzeke hevbeş ya wezareta pêşmerge bi fermana Serokê Herêmê û wezareta pêşmerge ji bo navçeya “Zînî Wertê” şand, li gel vê yekê Lahor Şêx Cengî hevserokê YNK ê û fermandarê dije terora Silêmaniyê li 25 meha rabûrî hêzek bi arasteya “Zînî Wertê” şand, lê belê her di zû de Emerîkayê peywendî pê kir û paşde zîvirand, Lahor Şêx Cengî fam kir ku ew şaşiya wî kirî pir mezin bû, ji ber vê sedemê wî pena ji bo Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê bir, ji bo ku rûyê wî li gel Emerîkayê reş nebe.
Li vir Şêx Cengî baş fam kir ku her gaveka şaş ya ew li dijî Emerîkayê bihavêje, wê ew bi hêzên xwe wê bikeve ber cezayên Emerîkayê û Emerîka êdî wê weke mîlîşya yeke girêdayî Îranê reftarî li gel bike.
Ewên ku peywendî bi Lahor kirîn û hêza wî ji bera bigehîje “Zînî Wertê” ragirtin, cêhgirê alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê bû li ofîsa rojhilat û her wiha cêgirê yekemê alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê bû, anku babet ji bo Emerîkayê cidî bû, heger hêla sor nebe.
Paş vê bûyerê rewş hinekî aram bû, lê çima kirîzê destpêkir û kê agirê wê xweş kir
Îranê kartên xwe li Başûrê Kurdistanê “PKK û YNK” bi kar tîne
Ew hêza hevbeş ya ku ji bo navçeya “Zînî Wertê” hatîye şandin, bi fermana hevbeş ya seroktîya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Başûr bû, vê hêzê perwerde li cem Emerîkayê wergirtiye, lê belê paş ragirtina hêza Lahor Şêx Cengî, aram bûna navçeya “Zînî Wertê” bi dilê Îranê nebû, li vêre Îranê karta xwe li başûrê kurdistanê bikar anî û Partîya Karkerên Kurdistanê her di zû de li dûv banga Îranê tê û dest bi alozkirina rewşê dike.
Îranê ji bilî PKK ê fişareke zêde li YNK jî kir, lê belê Lahor Şêx Cengî nekarî ji bo vê guh bide Îranê, ji ber ku wî baş fam dikir ku derketin ji rê û fermanên Emerîkayê çi xeterek ji bo wî, dije terora wî û partîya wî bi xwe jî di dûv de ye, lewma tenê PKK di qadê de ma û bi fermana Îranê alozî çêkirin, ev yek jî hêncet ji bo Tirkiyê çêkir ku baregehên PKK ê li “Zînî Wertê” bordoman bike û ev yek li çarşemî ya rabûrî çêbû wexta ku fermandarê PKK ê “zinar sîson” û hejmareke gerîlayan di wê bordomanê da hatine hedef kirin.
YNK ê çi gav ne avêtin, lê cenga medyayî û tumetbar kirina PDK ê destpêkir
Ji bo ku YNK gelek armancan bi dest bixe, weke veşartina şermezarîya radest kirina “Mistefa Selîmî” bi Îranê, bi alîkariya medyaya PKK ê û Îranê tumet ji bo PDK ê çêkirin û nûçe û mijarên weha sêrvîs kirin ku PDK hêzên ser bi xwe ji bo “Zînî Wertê” dişîne, lê belê Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê her zû berisva van hewlên bi armanc da û di beyaneke fermî de got ku ev hêz yên ser bi wezareta pêşmerge ne û Hikûmeta Başûr mumareseya desthelatên xwe kirine, rexneyên dijwar jî li PKK ê girtin ku bizava aloz kirina rewşê dike.
Piştre Polîtbîro ya PDK ê jî di beyaneke fermî de berisva tuhmetên YNK ê û PKK ê dan û ev cenga medyayî ya wan kirîye ser PDK ê wek mele kirinê di Goma qirêj de bi nav kirin.