TEQÎNEK LI EFRÎNÊ ÇÊBÛ

TEQÎNEK LI EFRÎNÊ ÇÊBÛ

Di teqînekê de ku îro li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çêbûye, 3 hemwilatî birîndar ketin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin ku îro roja şemî 18/4/2020an bomeyeke çandî li navenda Herêma Efrînê, teqiya û bû sedema birîndar ketina 3 hemwilatiyên sivîl.

Her wiha dest nîşan kirin, ev teqîn li navçeya bi navê “Seraya” çêbûye ya li jêr desthilata arteşa dagîrkar û mîlîşyayên girêday wê çêbûye.

Tê zanîn li heftîya rabûrî jî teqîneke din li Efrînê çêbibû û bû sedema can ji dest dana jinekê li taxa Eşrefiyê.

Pustên heman beş