ÎRANÊ 3 BALEFIRÊN CENGÎ YÊN PÊŞKETÎ ÇÊKIRIN

ÎRANÊ 3 BALEFIRÊN CENGÎ YÊN PÊŞKETÎ ÇÊKIRIN

Komara îslamîya Îranê îro eşkere kir, hêzên wan yên asîmanî 3 balefirên bê pîlot yên cengê wergirtine û karîna birîna 1500 KM heye.

Emîr Hatemî wezîrê bergirî ya Îranê îro roja şemî 18/4/2020an di kongireyeke medyayî de got: “wan 3 balefirên bê pîlot yên herî pêşketî  ku karîna birîna 1500 KM li gel hilgirtina bombên pêşketî heye, xistine di xizmeta serbazî de”.

Hatemî dest nîşan kir, Îran dê van balefiran ji bo çavdêrî û teqîba hêzên dujmin ji dûr ve bikar bîne.

Li gor gotna wezîrê bergirî ya Îranê, ev balefir Îranê bi xwe çêkirine û karîna firînê li bilindahiya pêtrî 13 hezar metran heye.

Pustên heman beş