Duran Kalkan endamê komîteya birêvebera PKK ragihand: “cêgîr kirina hêzên PDK li Wertê bi t awa qebûl nakîn, ev yek wê bibe parçeyek ji êrîş û pilana jinavbirin û têkişikandina PKK, PKK vê yekê qebûl nake û wê bi hemû awayekê li dijî vê pêngavê şer bike”.
Duran Kalkan di dîdarek medyayî de di bername yê “Ulkeden” ê medya “Heber TV” beşdar bû û li ser vîrusa Korona û belavbûna wê di cîhanê de herweha kênca vê vîrusê li ser zindanan û rewşa Ocalan ê Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê de axvî herweha bas li dawî pêşhatên li çiyayê “Zînê Wertê” kir û gef li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwarin.
A serencrakêş di vê dîdara medyayî ya Doran Kalkan de ev bû ku di her axaftineka xwe de ev yek dubare dikir ku emê rewşa Wertê qebûl nekîn û şer li dijî PDK bikîn, ev yek di demek weha da ye ku bi t awa hêzên pêşmerge yên ser bi PDK ve li wê navçeyê nîne belku hêza li wê derê hêzeke perwerde kirî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîkayê ye ku ser bi wezareta pêşmerge ya kurdistanê ye.
Kalkan di vê dîdara medyayî de daxwaz ji dewleta Tirkiyê kir ku li ser rewşa Ocalan zanyariyan parve bikin û zor bi edeb navê Erdoganê Serokê Dewletê di anî û ew bi serok komar bi nav dikir, lê belê dema digihîşt rayedar Başûrê Kurdistanê navê her rayedarekê bi tenê tîna weke îhanekirinê û bi ti awa rêz li rayedarên herêma başûrê kurdistanê ne girt û ew weke kesên hîzbî bi nav dikirin.
Kalkan ku bi yek ji serkirdeyên grûpa Enqerê di nava PKK de tê naskirin ragihand ku ev dehan hezar care em dibêjîn û wê careke din bibêjîn ger biryar be aştiyek di navbera Tirk û kurdan de bê avakirin, take kes ku dikare vê yekê bike Ocalan e, Kalkan bi rengek weha ev yek di got ku kesek ne şareza be da weha fikir kit ku ji bilî Ocalan ti serok û serkirdeyek dinava kurdan de nîne û ger Ocalan nemîne wê doza rewa ya gelê kurd jî jinav biçe û nemîne.
Li ser dawî pêşhatên li çiyayê Wertê çêbûy navbûrî gef li PDK xwarin û ev yek bi pîlana Amerîkayê û tirkiyê binav kir û ragihand ev navçe di destê PKK dane û pêş niha li sala 2 hezarê de PKK ev navçe bi şer wergirtiye û bi mulkê xwe dane û hebûna ti hêzeke din li vê navçeyê nayê qebûl kirin, Kalkan li vir weke serkirdeyekê daxweyanî dide ku li ser demê Usmaniyan jiyan kiribe û biçe ciyekê ji xwe re dagîr bike, bi ti awa Kalkan weke keseke serdem ne axivî, belku di hemû axaftinên xwe de bas li xwîn û kuştin û desthelatê dike.
Herçend Kalkan ê serkirdeyê PKK baş dizane ku ew hêza li Wertê hatye bicî kirin ne hêza PDK ye, belku hêzeke ser bi wezareta pêşmerge ya kurdistanê ku saziyeke fermî ye di hikûmeta herêmê de lê daku hinceta ji xwe re çê bike dibêje ew hêza PDK ye û bi ti awa hebûna wan li Wertê qebûl nakîn û ger bi zûtirîn demê ev hêz neyê vekşandin emê şer bikîn û bi şer wan li Wertê der bikîn. Ew bi xwe dibêje “Wertê cîyek nîne ku bikeve ser sînorê kurdistanî belku cîyeke dikeve nava xaka başûrê kurdistanî”, li vir ev pirse ser hil dide gelo ger ne navçeyeke sînorî ye PKK li wir çi dike û çima rê bê Hikûmeta Herêmê nade hêzê bişîne wir?! Gelo li ku derê dinê çêbûye ku hikûmetê maf nebe hîzê li gorey pîlan û stratejîya xwe bîne û bibe?!
Li ser şer kirin digel başûrê kurdistanê de Kalkan ragihand ku bi t awa perpirsatiya şer nakeve ser milên me wek PKK belku ev berpirsatî dikeve ser milên PDK, pêtvî dike di zûtirîn dem de hêzên pêşmerge li Wertê bihên vekşandin jiberku ti tiştekê PDK li wê derê nîne!
Nav bûrî bas li peywendiyên PKK û YNK ê jî kirin û eşkere kir di çarçoveya peywendiyên PKK û YNK ê de, PKK rê bi YNK ê daye ku hinek hêzên xwe li wê navçeyê bicî bikin, ev yek jî ti gomanan di rapora me “pêgeha Darka Mazî” ya pêş niha da nahêle ku me têde bas li sedemên aloziyên Wertê kirî û bi zelalî me Burhan kirî ku YNK û PKK bi emrê raste rast yê Îranê li Wertê bicî bûne.