Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê, 3 gerîlayên din li Başûrê Kurdistanê ji dest dan, wexta ku ketine ber êrîşên balefirên cengê.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, ji duh heya îro roja yekşemî 19/4/2020ê, balefirên dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, li navçeyên “Avaşîn û Basiyan”, çendîn caran hereketên PKK ê hedef kirine.
Dest nîşan kirin, li “avaşînê” 3 gerîla ketin ber êrîşên balefiran û canê xwe winda kirin, zirarên êrîşa li “Basiyanê” jî ne zelaln.
Ji destpêka vê mehê ve, dewleta Tirkiyê êrîşên li ser partîya karkerên kurdistanê PKK ê, li Başûrê wilat dijwar kirine û tevî ku hejmareke gerîlayan di vê mehê de hatine hedef kirin, 4 fermandarên PKK ê jî di êrîşan de canê xwe winda kirine.