Arteşa dewleta dagîrkar ya Tirkiyê, îro li navçeya xwakurkî ya başûrê kurdistanê bi ser cîyekî veşartî yê PKK ê de girt ku hinek çek û teqemenî têde bûn.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja yekşemî 19/4/2020ê arteşa Tirkiyê li navçeya Xwakurk ketin di cîyekî veşartî yê PKK ê de û dest bi ser hejmareke çekan, teqemenî û dukomêntan têde girtin.
Li gor zanyariyan çekên ku dest bi ser de hatine girtin, ji hejmareke BKC, yek armanc şikên, yek tophavêja Hawen û herweha 28 tophavêjên Sermil û hinek parçe çekên sivik û teqemeniyan pêkhatbûn.
Partîya karkerên kurdistanê PKK ê ji sala 2016ê heya niha tev herêmê bi navê “parastina medya” hêdî hêdî ya radestî dewleta Tirkiyê dike û nikare ti bergirî yekê jê bike, wan dema 30 salan li çiyayê Şekîf yê navçeya xwakurkî cî digirtin, lê belê li gel dest pê kirina operasyona Tirkiyê ku navê pencikê lê kirine, di 3 rojan de radestî supayê Tirkiyê kir û ev bû cara yekemîn di 100 salên dîroka gelê kurd de ev çîya tê dagîr kirin.